January 30, 2023

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Almanyayê çekdarekî DAIŞê bi tawana ‘jenosîda Kurdên Êzidî’ hat cezakirin

Li Almanyayê çekdarekî DAIŞê bi tawana ‘jenosîda Kurdên Êzidî’ hat cezakirin

Hewlêr (Rûdaw) – Dadgeheke Almanî, ji ber kuştina keçeke pênc salî ya Kurda Êzidî, endamekî berê yê DIŞIê, bi tawana jenosîd û tawana dijî mirovahîyê bi zindankirina heta hetayê ceza kir.

Dadgeha Frankfurt a Almanyayê îro 30ê Mijdara 2021î çekdarê DAIŞê yê ku bi jenosîda dijî Kurdan dihat darizandin de biryara xwe da.

Welatiyê Iraqî yê bi navê Taha El Cumaîlî ji aliyê dozgerên federal ên dadgeha bajarê Frankfurtê ve bi tawana jenosîdkirina Kurdên Êzidî sûcdar hat dîtin. Biryara derbarê Cumaîlî de yekem care e ku li ser asta cîhanê dadgeheke biryarê dide ku çekdarekî DAIŞê di jenosîda Kurdên Êzidî de rol hebûye.

Hûrgiliyê dozê çi ne?

Li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê îro Sêşemê 30ê Mijdara 2021ê bo cara yekemîn dadgehekê biryar da ku endamekî DAIŞê bi tawana “jenosîda Kurdên Êzidî” hat cezakirin.

Dozger dibêjin, endamê berê yê DAIŞ’ê Taha Cûmaîlî, keçeke Kurd a Êzidî û dayika wê kiriye kole û di sala 2015an de keça wê ya 5 salî êşkence lê kiriye û ew kuştine.

Rêvebira palpiştiya Yasayî li Rêxistina Yazdayê li Amerîkayê Natia Navrouzov ku li ser tawanên dijî Kurdên Êzidî kar dike, got: “Bi biryara Dadgeha Frankfurtê Taha dibe cara yekem ku tawanên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kirin li dijî Êzidiyan jenosîd e.”

Navrouzov diyar dike ku her çend tawanên li dijî Kurdên Êzidî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî û hin saziyên din ên navneteweyî ve weke jenosîd an jî di asta jenosîdê hatibe qebûlkirin jî, lê beriya niha ji aliyê dadgeheke ve bi fermî nehatiye pejirandin.

Navrouzov ji Euronewsê re got: “Ev biryar dê ji bo qurbaniyan bi rastî biryarek bêhempa be. Hûn jî dizanin, ew 7 sal in li benda vê biryarê ne. Ji ber vê yekê dê ji bo me bibe pêngaveke gelek girîng.”

Taha el Cumelî, ku dadgehkirina wî cara ewil di Nîsana 2020an de dest pê kir, eger weke tawanbar were dîtin, dê bi zindana heta hetayê were cezakirin.

Cumaîlî bi “endamtiya rêxistina terorê, jenosîd, tawanên li dijî mirovahiyê, kuştin û bazirganiya mirovan” tê tohmetbarkirin.

Parêzerê Taha el Cumeyîlî yên bi navê Serkan Alkan û Martin Heising îdiayên derbarê wî de red dikin.

Serkan Alkan wiha got: “Ji ber ku em difikirin ku muwekîlê me wekî nûnerê sûcên DAIŞê tê bikaranîn.”

Bi gotina Alkan, agahiyên kêm in û ew dibêje: “Ne diyar e ku kuştî hene an na. Di destê me de delîlên berbiçav tune. Her wiha em di wê baweriyê de ne ku pêwîstiyên hiqûqa tawanên navneteweyî bi ti awayî nayên bicihanîn.”

Komkujiya Şingalê

Destpêka Tebaxa sala 2014an de, çekdarên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê naskirî bi DAIŞê êrişî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kirin û li hember Kurdên Êzidî ku niştecihên wan deveran in, komkujiyeke mezin pêk anîn.

Çekdarên DAIŞê nêzîkî 10 hezar mêrên Kurdên Êzidî qetil kirin û 7 hezar jin û keç revandin.

Heta niha jî zêdeyî 2 hezar û 500 Kudên Êzidî, çarenivîsa wan ne diyar e.

Şingal di 13ê Cotmeha 2015an de bi operasyonek a bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin.

Hewldanên Herêma Kurdistanê

Hewldanên hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo wê yekê ku komkujiya Kurdên Êzdî li ser asta parlamentoyên welatan wek jenosîd bê naskirin berdewam in.

Bi biryara serokweîzrê Herêma Kurdistanê wê demê Nêçîrvan Barzanî di sala 2014an de  Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzidî li Duhokê hat damezrandin û heta niha jî dirêjiyê dide karên xwe.

Li gorî amarên Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Êzidî, ji tevaya 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî ku hatine revandin, 3 hezar û 545 kes ji wan hatine rizgarkirin, ku ji 1 hezar û 205 jin, 339 zilam û 45 zarokên keç û 956 zarokên kur, pêk tên. Herwiha heta niha çarenivîsa hejmareke ji wan ne diyar e.

Parlamentoya Kurdistanê di 3 Tebaxa 2019an de ew tawan wek jenosîd nasandiye, herwiha Parlamentoya Iraqê jî îsal di çarçoveya yasaya rizgarbûna jinên Êzdî de, wek jenosîd amaje bi dosyeyê kiriye.

Adara îsal jî, Serokomarê Iraqê biryara qerebûkirina jinên Êzidî yên rizgarbûyî pesend kir, piştî ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve, deng li ser hate dan.

Belcîka û Holandê komkujî weke jenosîd qebûl kirine

Parlementoya herdu welatên Holand û Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî ya ji aliyê rêxistina DAIŞê ve weke jenosîd nasandine.

Parlementoya Belcîkayê 15ê Tîrmeha 2021ê, ji bo bi fermî naskirina komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd, civiya û ew proje pesend kir.

Parlamentoya Belçîkayê duyemîn parlamento bû piştî Parlamentoya Holandayê ku ew komkujiyê weke jenosîd nas dike.

Parlamentoya Holandê jî roja 6ê Tîrmeha 2021 bi biryarekê komkujiya Kurdên Êzidî weke jenosîd dabû naskirin.

Hewldanên navnetwî

Li ser asta navdewletî hewldan bo şopandina tawanên DAIŞê, ji wan jî komkujiya Êzdiyan berdewam in. Ya herî diyar biryara hejmar 2379 a Encûmena Asayîşa Neteweyên Yekbûyî bû di Îlona 2017an de ku tîma lêkolînên li ser tawanên DAIŞê (UNITAD) hat pêkanîn.

UNITADê heta niha şeş raport pêşkêşî Encûmena Asayîşê kirine, bala UNITADê li ser şopandina komkujiya Speicher, êrîşa ser Kurdên Êzdî, tawanên DAIŞê li Mûsilê, tawanên DAIŞê li dijî Kakeyî, Krîstiyan, Şebek, Turkmen, Şîe û Sunne ye.

Tîma UNITADê heta niha 23.9 terabayt data kom kirine. Ji wan du milyon data peywendiyên telefonî ne, ku peywendiya wan bi tawanên DAIŞê yên li dijî civaka Kurdên Êzdî li Şingalê heye.

Ji ber ku Iraq ne endamê Dadgeha Tawanên Navdewletî ye, lewra Kurdên Êzdî nikarin hewara xwe bighînin Dadgeha Lahayê, tenê hêviya wan raportên UNITADê ne, ku amaje bikomkuştina Êzdiyan daye, daku dosyeya wan li ser asta navdewletî wek jenosîd bê naskirin.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi