March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd nasand

Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd nasand

Hewlêr (Rûdaw) –  Parlementoya Belcîkayê komkujiya Kurdên Êzdî ya ji aliyê rêxistina DAIŞê ve weke jenosîd nasand.

Peyanêrê Rûdawê Zînar Şîno ragihan ku parlementoya Belcîkayê îro Pêncşemê 15ê Tîrmeha 2021ê ji bo bi fermî naskirina komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd civiya û ev proje pesend kir.

Zînar Şîno diyar kir ku hemû partiyên Belcîkayê li ser pirsa komkujiya Êzidiyan komdeg bûne û ji 150 endamên parlamentoya wî welatî 139 parlamenteran di naskirina komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd de dengê xwe bi kar anîne û hemûyan dengê belê dane.

Ev proje-biryar ji aliyê Parlamenrê Partiya Krîstiyanên Demokrat George Dallemagne ve hatobû pêşniyarkirin û 30 Hezîrana îsal jî ji aliyê Komîteyên Derve ya parlementoya Belcîkayê proje hatibû pesendkirin.

Parlamentoya Belcîkayê dibe duyemîn parlamento piştî Parlamentoya Hollandayê ku wê komkujiyê weke jenosîd nas dike.

Di destpêka Tebaxa sala 2014an de, çekdarên Dewleta Îslamî ya li Iraq û Şamê naskirî bi DAIŞê êrişî sînorê qezaya Şingalê û derdora wê kirin û li hember Kurdên Êzdî ku niştecihên wan deveran in, komkujiyeke mezin pêk anîn.

Li gorî amarên Nivîsgeha Rizgarkirina revandiyên Êzdî, ji 03/08/2014 heta 03/05/2021ê ji tevaya 6 hezar û 417 Kurdên Êzdî ku hatine revandin, 3 hezar û 545 kes ji wan hatine rizgarkirin, ku ji 1 hezar û 205 jin, 339 zilam û 45 zarokên keç û 956 zarokên kur, pêk tên. Herwiha 2 hezar û 768 Kudên Êzdî jî, heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Piştî 6 salan ji karkirina li Duhokê jî, bi biyara Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Nivîsgeha Rizgarkirina Revandiyên Êzdî ji îro ve li Hewlêrê dirêjiyê dide karên xwe.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Ewropayê Dilawer Ajgeyî, gava parlamentoya Belcîkayê bi girîng bi nav dike û dibêje, ew kar yek ji gavên pêwîst e, bi mebesta peydakirina zemînê ji bo qerebûkirina Kurdên Êzdî.

Roja 3ê Tebaxa 2019an, Parlamentoya Kurdistanê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd nasand.

Adara îsla jî, Serokomarê Iraqê biryara qerebûkirina jinên Êzdî yên rizgarbûyî pesend kir, piştî ku ji aliyê parlementoya Iraqê ve, deng li ser hate dan.

Parlamentoya Hollanda roja 6ê Tîrmeha 2021 bi biryarekê komkujiya Kurdên Êzdî weke jenosîd dabû naskirin.

 

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi