November 30, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

11 gundên Şingalê bê dibistan in

11 gundên Şingalê bê dibistan in

Şingal (Rûdaw) Rewşa perwerdeya bi zimanê Kurdî li Şingalê xirab e û 11 gundên sînorê vê qezayê jî bê dibistan in û xwendekarên wan gundan 8 kîlometreyan derbas dikin heya digihin nêzîktirîn dibistanên li herêmê.

Li gundê Zêrve ku dikeve bintarê Çiyayê Şingalê, 30 xwandekar hene ku ji ber nebûna dibistanê li gundê wan û herwiha dûriya rêya dibistana herî nêzîk ji gundê wan, tenê 10 kes ji wan berdewamî dane xwandina xwe.

Seidî Xeyrî çar sal e ku bi hesp xwe digihîne dibistanê ku 8 kîlometran ji mal û cihê nîştecihbûna wan dûr e.

Seidî Xeyrî dibêje, “Di navbera 20 xûlekan heta nîv saetê ez bi hespê diçim dibistanê li Zoravayê. Dibistana me li Zêrve ye, em dixwazin ji me re dibistanê çê bikin, li vê derê medrese nîne.”

Zîne Celal, xwandekareka heman gundî dibêje, “em dixwazin li vê derê medreseyekê ji me re çê bikin. Rê dûr e û otomobîl nîne, di zivistanan de jî herî ye û ez nikarim biçim.”

Li gundê Şorka jî li sînorê nahiyeya Sinûnê 150 xwandekar hene ku rojane di dema dewmê de diçin ser rê û dest ji otomobîlan bilind dikin, daku wan suwar bikin û bigihînin dibistanê.

Izet Îlyas, xwandekarê gundê Şorka dibêje, em daxwaz dikin dibistanekê ji me re çê bikin, rojane em li ser rê disekinin daku otomobîl me suwar bikin, lê hinek nasekinin û em dereng digihin dibsitanê û dersê.

Li 11 gundên bakurê Şingalê, 800 xwandekar hene, lê hemû ew gund xwediyê dibsitanên xwe yên taybet nînin.

Rêveberê dibistana gundê Guhberê, Selam Hisên ji Rûdawê re diyar kir, “li dibistana me 80 xwandekar hene, ew şeş sal e hejmara xwandekarên me zêde bûye û diviyabû dibistanên din ji me re bihatibana vekirin.”

Nêzîkî hezar mamosteyên xwendina Kurdî yên ser bi perwerdeya Şingalê ve hebûn, lê niha tenê 80 mamoste vegeriyane Şingalê û li 18 dibistanên wê dewama xwe dikin û waneyan didin xwendekaran.

Xudêda Çûkî, Rêveberê Nahiyeya Sinûnê ji Rûdawl re ragihand, “sala bihê dê dibistanên me baştir bin, ji ber ku gelek mamosta hatine Şingalê, ez nabêjim kêşeya xwandekaran çareser dibe, kêşeya gelek gundan dê her bimîne, çimku mamosta nînin.”

Berî sala 2014an, 91 dibsitanên xwandina Kurdî li Şingalê hebûn, lê îsal 18 dibistan hatine vekirin û piraniya wan girtî ne.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.