April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Hûrgiliyên kuştina bazirganê Kurdê Êzidî li sînorê Duhokê

Hûrgiliyên kuştina bazirganê Kurdê Êzidî li sînorê Duhokê

Duhok (Rûdaw) Bazirganêkî Kurdê Êzdî yê bi navê Beşîr Hisên Goriya êvariya Yekşemê li ser rêya serekî ya Şêxan – Elquş hat kuştin. Polîsan dest bi lêkolînê kirine lê heta niha kujer nehatine girtin.

Beşîr Hisên Goriya ê 44 salî ku bavê 4 zarokan e, li ser rêya navbera Şêxan-Elqoş di êrîşeke çekdarî de hatiye kuştin, dema ku ji merasima şîna rêberê rûhanî yê Kurdên Êzidî, Babe Şêx li Şêxanê vedigeriya. Ew bazirganê Kurd, bi karên xwe yên xêrxwazî û bi taybet alîkariyên ji bo xelkê hejar û çalakiyên jib bo Kurdên Êzidî dihat naskirin.

Dema ku ew bazirganê Kurd di nava otomobîla xwe de rastî êrîşê hatiye, ew bi tenê nebûye û du kesên din pê re bûne, ku Cewer Sedo yek ji wan kesan e ku di otomobîlê de pê re bûye.

Cewer Sedo ji Rûdawê re behsa bûyerê dike û dibêje: “Em hatin otomobîleka sor li pêşiya me sekinîbû, dema ku otomobîla me dît, hate xwarê û bi demançeyê teqe kir, fîşekên demançê ku xilas bûn, bi çekê teqe kir. Min xwe ji otomobîlê avête xwarê û ez deh pêngava ji otomobîlê dûr bûm, eger xwastiba dê ez kuştibam. Min kesek dît ji otomobîlê daket, em jî sê kes bûn, ez û biraziyê min û Beşîr, ku wî otomobîl dihajot.”

Beşîr xelkê gundê Mişrifiye yê ser bi bajarokê Elqoşê yê qezaya Tilkêfê ve ye. Li deverê weke kesekî xêrxwaz û navdar dihate naskirin, lewma xelkê deverê ji kuştina wî gelek xemgîn bûne.

Zeîm Kirêt ku pîşeyê wî mamostatî ye, derbarê kesatiya wî bazirganê Kurd de dibêje: “Dawî karî wî yê pîroz ew bû ku malek bo zarokên bê semiyan (sêwî) vekir, ku ew zarokên di şerê DAIŞê de bê dayik û bav bûne, wî xwedan kirin û mezin kirin û mesrefa wan li stuyê xwe girtibû, ji bilî hindê yek ji wan kesan bû ku di meydana Kurdistanê û Êzîdxanê de çend holên helkeft û taziyan li ser hesabê xwe vekirine û çend cadeyên Komelgehê jî qîr kirine, li gel hindê jî her kesekî serdana wî kiriba, bi destê xalî nedizivirî. ”

Rêvebera Bajarokê Elqoşê, Lara Zara ji Rûdawê re got, “tekez lêkolîna derbarê bûyerê de dê rêkarên xwe werbigire bo aşkerekirina rastiya bûyerê û dadperwerî jî rêkarê xwe dike ji bo yekalîkirina maf. Detpêkê, belgeyên temam li ser bikujê serekî li ber dest nînin, lê dezgehên emnî karên xwe dikin û ez piştrast im ku di dema çend demjimêrên bihê de bikujê serekî yê vê bûyera bi êş dê aşkere bibe.”

Ew bazriganê Kurd, xwediyê projeke xêrxwazî ya xwedîkirina zarokên sêwî bû û 360 zarokên sêwî xwedî dikirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi