April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê‌ laliş : Bexda bi temamî berprsyare ji rewşa aloza li şingal

Bingehê‌ laliş : Bexda bi temamî berprsyare ji rewşa aloza li şingal

Li şeşemîn bîrewerya cînosayda êzdyan li şingala brîndar, hêşta nêzîkî(2800) jin û zelam û zarokên yٔêzdî bê‌ ser û şûnn, û bi dehan kesên dî jiber pêşerojeka winda koçberî ewropa û Emrîka û Ustralya û welatên dîtr buuyne jiber zêdebûna hizra tundrewya ayînî li rojhelata navîn bi giştî û dinav da êraqa fîdral, em diwê‌ baweryê‌ dane demê‌ dergehê‌ koçberyê‌ bo êzdyan ve bite ve dê‌ bi hezaran êzdî koçber bin, û eve hemû jiber nebûna bawerya wan di pêşeroja nêzîk û dûr da,û mafê‌ wan heye karbken daku xêzanên xo ji her core metrsyekê‌ biparêzn, lê‌ hokar li pêş çavê‌ her kesî ne bi rêya gotarên tundrewên ayînî û mezhebî ku hikumetên dewruber jiber berjewendyên teng û naskrî bi çavekê‌ kur berê‌ xo didenê‌.

Bîrewerya trajîdya şingal dinav xûn û êş û brînên êzdyan da dê‌ her mînt û berdewam bit, weku her dê‌ bimînt di dîrokê‌ da û rûreşî û serşorî bo her kesê‌ encam day û piştevan buuy li pişt dîmenên tarî da,bi taybet jî yên ku behayê‌ pêkvejyan û brayetyê‌ nas naken û wataya şarstanî û pêşkeftna mrovan nizanin.

û gava ev helkefta diltezîn derbaz dibe, xelkê‌ me li şingal û tevaya êzdyan li nîva rê‌ seknîne, belê‌ rewşa aloz li şingal û komelgeh û çiyayê‌ şingal, û kêşeya belavbûn û helgrtina çekên berçav û dyar, û hebûna çendeha alyên çekdar hemû li berjewendyên xo digern û bazrganyê‌ bi xemên êzdyan diken, belê‌ grngîdana wan bo êzdyan tenha druşmekê‌ derewe bo bidestveyٔînana armancên xo ku bo hemûyan ron û aşkeraye.

Em li desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî û wek sazîyeka herî mezin ya civakê‌ svîl ya êzdyan li Kurdstanê‌ û êraqê‌ û cîhanê‌, em Bexdayê‌ bi temamî berprsyar dibînn jiber rewşa aloza li şingal,û em dibînin Bexda divêt hemû tişt bi alozî bimînin, ku bigehne armancên xo heta dervey sinûrên êraqê‌ jî, û diheman dem da êş û azarên xelkê‌ me kurtir dibin li kempan yan jî kesên demê‌ vedgerne şingal bi hîvya destpêkirna jiyaneka nû.

Li dor vê‌ çendê‌،daxazê‌ ji Bexda dikeyn çareyekê‌ bo kêşeyên çek helgrtnê‌ li seranserî şingal bibînt, û dûrxstina tevaya giropên çekdar yên êraqî û biyanî, û lêktêgehştin dinavbera wezareta berevanya êraqê‌ û wezareta pêşmergey li herêma kurdstanê‌ lidor çawanya bi rêvebrna karubaran li şingal,û bi hemahengyeka bilnd ligel xelkê‌ şingalê‌,digel nehêlana şaşya kesên li postên yٔîdarî ji qaymmqam û rêveberên nahyan hatîne danan ji dervey snûrê‌ êraqê‌.

Azadî bo grtyên êzdî slav bo giyanê‌ cangoryên şingal silav bo giyanê‌ pêşmergehên qareman yên bxûna xo ya paqj şingal rzgarkrî rûreşî bo da’ş û her yٔêkî pştevan buuy .

Desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî/Dhok

2î tebaxa 2020

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi