March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Peyama Serok Barzanî li ser 6. salvegera komkujiya Şingalê

Peyama Serok Barzanî li ser 6. salvegera komkujiya Şingalê

Îro 3 Tebaxê ye û 6 sal bi ser komkujiya ku hovên DAIŞê anîn serê kurdên êzîdî û devera Şingalê, re derbas dibe.

Serok Barzanî bi vê helkeftê peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan,

Îro şeş sal li ser karesata tawana komkujiya Şingalê da derbas dibe. Karesatek ku têda terorîstên Da’îş bi awayeke dirindane tawanê beranber xûşk û birayên me yên Êzîdiyan encam dan. Ew tawan birîneke kûre li ser laş û cesteya gelê Kurdistanê û tu demekê nayê ji bîr kirin. Li vê karesatê da Êzîdî ji ber Kurdbûnê û ji ber ol û bîr û baweriyên xwe ketine ber lehiya rik û hov û bêwîcdaniya terorîstan. Ew tawanbarên Da’îş yên li dijî xûşk û birayên me yên Êzîdî encam dane berdewamiya wan zincîre karesat û tawanan bû ku bi dirêjahiya dîrokê de li ser gelê Kurdistanê hatiye encam dan.

Li vê salvegera diltezîn da bi bilindî bîranîna şehîdan û qurbaniyên Şingalê dikîn. Heman demê de wan Pêşmergeyên qehremanan jî bi bîr tînîn ku bi xwîna xwe Şingalê û çiyayê Şingalê ji destê terorîstan azad kirin û merdane tola wê karesata diltezîn ji terorîstan kirin.

Bi pêwîstî dizanim li vir da careke din tekez li wê yekê bikim ku bi hemû şiyanek ve piştevaniya daxwaziyên xûşk û birayên Êzîdiyan dikim bo ku ew bi serbilindî vegerin ser mal û warên xwe û jiyaneke bextewer û aram û dûrî li sîtemkarî û çewsandina wan hebê û bikarin karubarên xwe li navçeyên xwe birêve bibin. Cihê daxeke zêdeye devera Şingalê jî piştî rûdanên şanzdeha cotmehê ketiye bin bandora plana nehezên xelkê Kurdistanê. Ev dem ji bo eweye rê li karesatên din û xwîn rijandina di navbera Êzîdiyan bê girtin û wiha rêkeftin hate kirin ku kontrola Şingalê bidin Êzîdiyan û Êzîdî her bi xwe îdareya Şingalê û navçeyên xwe bikin, lê belê heta niha jî Hikûmeta Iraqê pabendî wê rêkeftinê nebûye û Şingal ketiye destê xelkeke din. Her ji bo wê yekê jî heta niha Êzîdiyên devera Şingalê ji jiyan û paşeroja xwe piştrast nînin û venegeriyane navçeyên xwe û her li rewşa koçberî û jiyana wargehan da mane ku li rastiyê da eve zulmeke mezine.

Ji bo wê yekê pêwîste dawî bi vê rewşa ne xwezayî ya Şingalê bê anîn û Şingal vegerê dest xwediyê xwe yên resen û pêwîste rêkarên wiha bêne girtin ku êdî karesat û zulm û tawan li dijî Êzîdiyan û pêkhatên din dûbare nebê.

Li salvegera karesata komkujiya Şingalê da dilê min berdewam li gel xûşk û birayên Êzîdiyane û hevxemê kesukarên qurbaniyên wê karesata diltezînim. Hezaran silav li giyanê pakê şehîdên Şingalê û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.

Mesûd Barzanî

03.08.2020”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi