July 03, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Qaymeqamê Şingalê: Tenê sedî 22yê xelkê Şingalê vegeriyaye Şingalê

Qaymeqamê Şingalê: Tenê sedî 22yê xelkê Şingalê vegeriyaye Şingalê

BasNews – Piştî bûyera 3yê Tebax a sala 2014ê ya dagirkirina qeza Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve, koçberbûna xelkê qeza Şingalê y abo herêma Kurdistanê û jiyana xwe li kampan derbas kirin. Piştî 6 salan li ser koçberiyê jî heta naha tenê sedî 22 xelkê qeza Şingalê vegeriyaye bo axa xwe.

Qaymeqamê qeza Şingalê Mehma Xelîl ji basnewsê re ragehand: ‘’Wek diyare ji ber wê bûyera sala 2014ê li ser gelê me yê kurdên êzdî de hatî, xelkê me koçberî herêma Kurdistanê bûye û beşek ji xelkê jî hebûye qesda derveyî herêma Kurdistanê û welatên Ewrupa kirine. Li gor amarên wezareta bazirgahiya Iraqê ku berî dagirkirina Şingalê ya ji aliyê DAIŞê ve 450 hezar kesan li qeza Şingalê jiyana dikir. Piştî 6 sal ser karesata Şingalê re derbas bû, heta naha jî wek pêwîst xelkê me nevegeryaye Şingalê. Tenê sedî 22 xelkê Şingalê vegeriyaye deverên xwe. Lê herkesek jî dixwaze vegere devera xwe û jiyana xwe li wan deveran berdewam bike. Lê hin pirsgirêk hene xelk nikare ji ber wan jî vegere.’’

Mehma Xelîl got: ‘’360 hezar kes xelkê Şingalê koçber bûne û nav kampan de jiyana xwe derbas dikin û derbas kirine. Ji 108 hezar malbatan tenê 19 hezar malbat vegeriyane Şingalê. Heta naha 163 hezar kes ku xelkê qeza Şingalê bûne nav kampan de jiyana xwe derbas kirine. ‘’

Mehma Xelîl got: ‘’Eger sektorên xizmetê li Şingalê destpê bikin û hêzên ne rewa ji Şingalê derkevin, bêguman xelkê me bê dudilî dê qesda Şingalê bike û li deverên xwe dest bi jiyana xwe bike.’’

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.