March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

PSK: Jenosîda Şingalê nayê ji bîrkirin

PSK: Jenosîda Şingalê nayê ji bîrkirin

BasNews- Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) bi minasebeta 5 saliya komkujiya kurdên êzdî li Şingalê daxuyaniyek belav kir.

PSKê îro şemiyê 03- 08- 2019an bi minasebeta bîranîna 5 saliya komkujiya kurdên êzdî daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê da hatiye ragihandin ku li ser fermana 73yem a êzdiyan ku li Şingalê bi destê DAIŞê xwînxar û hovê va hatiye encam dan, 5 sal derbas bûye. Lê bîrîna êzdiyên Şingalê hîn jî sarij nebûye. JI ber ku hemû êzdî hîn venegeriyane gundên xwe, cî û waren xwe yên berê. Piraniya êzdiyên Şengalê îro jî di bin çadiran da, di kampên penaberan da û di bin şert û mercên gelek dijwar da dijin.

 Di berdewamiya daxuyaniyê da bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Neteweyên Yekgîrtî jî hatiye kirin û wiha hatiye gotin: “Em daxwaz ji Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji hêzên siyasî û dezgeyên berpirs dikin, ku bona çareser kirina pirsên Şingalê, çareser kirina problemên êzdiyên zilimditî pirtir kar û xebat bikin. Em daxwaz ji Koma Milletan, Yêkitiya Ewropa û dezgeyên xêrixwaz û mirovdost yên navneteweyî dikin, ku bona avadan kirina Şingalê pirtir alîkarî bikin.”

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi