HDP: Em Jenosîda êzdiyan û silsileya fermanan şermezar dikin
BasNews- Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta yadkirina 5 saliya komkujiya kurdên êzdî daxuyaniyek belav kir. Di wê daxuaniyê da hatiye ku ew komkujiya êzdiyan şermezar dikin.
HDPê di daxuyaniyê da ragihandiye di 3ê Tebaxa 2014an de rûpeleke reş û tarî li dîroka vê axa qedîm hat zêdekirin. Çeteyên DAIŞê yên ku ji aliyê dewletên deverê û hêzên emperyalîst ve tên piştgirîkirin, êrîşî Şengalê kirin û jin, zarok, kalemêr-pîrejin jî di nav de ji 5 hezaran zêdetir kurdên êzdî qetil kirin. BI hezaran kes dîl girtin, bi sed hezaran kes koçber kirin û komkujiyeke mezin pêk anîn. PIştî komkujiyê bi hezaran jin li bazaran wek kole hatin firotin.
Di berdewamiya daxuyaniyê jî da hatiye gotin ku di ser êrîşên 3ê Tebaxa 2014an re 5 sal derbas bûn, lê birînên êzdiyên Şengalê hê jî nehatine dermankirin. Îro jî gefên koçberiyê û dagirkirinê li êzdiyan û li Şengalê tên xwarin û dixwazin ku Şengalê bikin cihekî bê êzdî û bê kurd. MIxabin îro jî êzdî bi xetereya komkujiyan re rûbirû ne. HIn dewletên herêmê dixwazin ku fermana 73emîn a ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû destipêkirin, bigihînin armancê û wê temam bikin.
HDPê aşkere jî kiriye ew hemû qurbaniyên komkujiya êzdiyan bi rêzdarî û bi dilekî xemgîn bi bîr tînin. Û banga têkoşîna li dijî komkujiyê li tevahiya mirovahiyê dikin.