March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Nêçîrvan Barzanî serdana Mîr Hazim Tehsîn Beg kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro serdana Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û rewşa giştî ya Kurdên Êzidî û hewlên ji bo çarserkirina pirsgirêkên Êzidiyan gotubêj kirin.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî êvara îro Şemiyê (03.08.2019) li navçeya Şêxan serdana Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg kir.

 

Di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi boneya wergirtina erkê mîrayetî dubare pîrozbahî li Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

 

Barzanî herwiha piştgîriya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo Kurdên Êzidî dubare kir.

 

Mîr Hazim Tehsîn Beg jî spas û pêzanînên xwe ji bo serdanê û piştgîriya berdewamiyên Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Kurdên Êzidî derbirî û hewlên Barzanî yên bo çareserkirina pirsgirêkên Kurdên Êzidî dûvdaçûnên bilind nirxand.

 

Serokê Herêma Kurdistanê û Mîr Hazim Tehsîn Beg herwiha di hevdîtinê de rewşa giştî ya Kurdên Êzidî, navçeya Şingal û hewlên ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan û avakirin û vegerandina aramiyê bo wan navçeyan gotûbêj kirin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi