March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li mîrê nû yê Êzidiyan kir

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li mîrê nû yê Êzidiyan kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg kir, ku îro weke mîrê nû yê Kurdên Êzidî hat destnîşankirin û di erka nû de hêviya serkeftinê jê re xwest.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peywendiyeke telefon li gel Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî encam da.

Mesrûr Barzanî di wê peywendiya telefonî de amaje bi wê yekê kiriye, ku “xwîşk û birayên Êzidî pêkhateyeke resen a netewa Kurd û gelê Kurdistanê ne. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dê piştevan û alîkarê wan be û weke her car hewl dide xizmeteke hêja û baştir pêşkêşî wan bike û êş û azarên wan kêm bike.”

Herwiha di vê peywendiya telefonî de, Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî Mîr Hazim Mîr Tehsîn Beg ji bo piştevanî û piştgiriya wî, spasiya Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Îro di merasîmekê de li Perestgeha Lalişê, Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî hat diyarkirin û bi fermî weke Mîrê Êzidiyan dest bi karê xwe kir.

Di destpêka merasimê de, Endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan tevî çend zanayên olî yên Êzidiyan li gel berbijêrê mîrîtiyê, Hazim Tehsîn Beg derbasî nav avahiya Perestgeha Lalişê bûn û ketin civînê. Herwiha her di vê civînê de, cilûbergên mîrîtiyê li Hazim Tehsîn Beg hat kirin.

Piştre endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan û mîrê nû yê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg derketin pêşberî xelkê û li hewşa Perestgeha Lalişê, Mîr Hazim Tehsîn Beg sonda olî xwar û bi fermî weke mîrê nû yê Êzidiyan hate nasandin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi