April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

LALIŞ – Hazim Tehsîn Beg bû mîrê nû yê Kurdên Êzidî

LALIŞ – Hazim Tehsîn Beg bû mîrê nû yê Kurdên Êzidî

Laliş (Rûdaw) Di merasimekê olî ya taybet de li Perestgeha Lalişê, Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg, weke Mîrê Nû yê Êzidiyan hate hilbijartin û weke mîr sond xwar.

 

Îro di merasîmekê de li Perestgeha Lalişê, Hazim Tehsîn Beg, kurê Mîr Tehsîn Beg weke Mîrê Nû yê Kurdên Êzidî hat diyarkirin û bi fermî weke Mîrê Êzidiyan dest bi karê xwe kir.

 

Di destpêka merasimê de, Endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan tevî çend zanayên olî yên Êzidiyan li gel berbijêrê mîrîtiyê, Hazim Tehsîn Beg derbasî nav avahiya Perestgeha Lalişê bûn û ketin civînê. Herwiha her di vê civînê de, cilûbergên mîrîtiyê li Hazim Tehsîn Beg hat kirin.

 

Piştre endamên Civata Ruhanî ya Êzidiyan û mîrê nû yê Êzidiyan, Mîr Hazim Tehsîn Beg derketin pêşberî xelkê û li hewşa Perestgeha Lalişê, Mîr Hazim Tehsîn Beg sonda olî xwar û bi fermî weke mîrê nû yê Êzidiyan hate nasandin.

 

Pêştir hatibû ragihandin, ku malbata mîr li ser hilbijartina kesekî weke mîrê nû li hev kiriye.

 

Hazim Tehsîn Beg di nav şeş berbijêrên din ê malbata mîr de, weke mîrê nû yê Kurdên Êzidî hat diyarkirin û piştî wergirtina wî postî, cihê bavê xwe Mîr Tehsîn Beg girt.

 

Di maweya 75 salên bihorî de, ev cara yekemîn e ku ji bo diyarkirina mîrekî nû bo Kurdên Êzidî, merasim tê lidarxistin.

 

Piştî merasima sondxwarinê, Mîrê Nû yê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Hazim Tehsîn Beg daxuyaniyek da medyayê.

 

Mîr Hazim Tehsîn Beg di vê daxuyaniyê de ragihand, ku ew dê hemû hewlên xwe bide, ji bo ku xizmeta xelkê Kurdên Êzidî bike.

 

Mîrê Nû yê Êzidiyan herwiha spasiya serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û bi taybet Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ku herdem alîkar û piştevanê Kurdên Êzidî bûne.

 

Mîr Hazim Tehsîn Beg herwiha spasiya Hêzên Pêşmerge û xelkê Herêma Kurdistanê jî kir, ku di demên dijwar de xwedî li xelkê Êzidî derketine.

Jiyannameya Mîr Hazim Tehsîn Beg

 

Hazin Tehsîn Seîd Elî, kurê mîrê berê yê Êzidiyan e.

 

Di sala 1963an de li devera Baedrê ji dayik bûye.

 

Hazim Tehsîn Beg zewiciye û keçek û du kurên wî hene.

 

Li Fakulteya Çandiniyê li Zanîngeha Bexdayê xwedniye.

 

Ji sala 1989an ve, bo rêvebirina karûbarên mîrîtiyê, alîkarê bavê xwe bûye.

 

Endamê xûla sêyem a Parlamentoya Kurdistanê bûye.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi