April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Nêçîrvan Barzanî: Mîr Tehsîn kesekî xwedî helwêst û kurdperwer bû

Nêçîrvan Barzanî: Mîr Tehsîn kesekî xwedî helwêst û kurdperwer bû

Ji aliyê RÛDAW 4-2-2019
Îro cenazeyê Mîr Tehsîn Beg bi balafireke taybet ji Almanya ve bo herêma Kurdistanê hat veguhastin û dê li Şêxanê bi axê were spartin.

Hewlêr (Rûdaw) Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di merasîma pêşwazî li termê Mîrê Êzidiyên Cîhanê de li Hewlêrê ragihand, Mîr Tehsîn Beg kesekî xwedî helwêst bû û beşdarî şoreşa Kurdistanê bû, ji ber wê jî gelek rastî  gelek derdeseriyan hat.

Îro termê Mîrê Êzidiyên Cîhanê bi balafireke taybet ji Almanya ve gihîşt Herêma Kurdistanê.

Li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, wezîr û berpirsên hikûmetê, konsul û nûnerê welatan, Serokê Civata Rûhanî ya Êzidiyan Babe Şêx û çend mezinên Êzidiyan, herwiha nûnerên pêkhateyên olî û mezhebî yên Herêma Kurdistanê, bi merasîmeke rêzgirtinê pêşwazî li termê wî hate kirin.

Serokwezîrê Kurdistanê di merasîma pêşwazîkirina cenazeyê Mîrê Êzidiyan, Mîr Tehsîn Beg de gotarek pêşkêş kir û ragihand, “Mîr Tehsîn Beg kesekî xwedî helwest bû û beşdarî şoreşa Kurdistanê bû, lewma tûşî gelek derdeseriyê bû”.

Nêçîrvan Barzanî got, Mîr Tehsîn Beg hertim Kurdên Êzidî han dane, daku beşdariyê di proseyên siyasî de bikin û tekez kir, “êzidiyan bi dirêjahiya dîrokê, erkê xwe yê neteweyî û niştîmanî bicîh anîne û parastina çand û zimanê Kurdistanê yek ji pêkhateyên sereke yên Êzidîtiyê ye, lewma ew rûbirûyê cenosaydê hatine û hewla guhertina demografya navçeya wan hatiye dayîn”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi Şingalê jî kir û weke birîneke kûr di dilê Kurdan de bi nav kir û got: “Em ti carî Şingalê ji bîr nakin û Şingal birînek e di dilê hemû kesekî Kurd de”.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ku ew kar bo avedankirina Şingalê dikin û da zanîn, “min biryar daye ku karê min ê pêşn rizgarkirina xûşk û birayên Êzidî be”.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi