March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Termê Mîr Tehsîn Beg li Şêxanê spartin axê

Termê Mîr Tehsîn Beg li Şêxanê spartin axê

Şêxan (Rûdaw) Bi amadebûna berpirsên hikûmetê, rayedarên partiyên siyasî û kesayetên ayînî yên Herêma Kurdistanê, îro Sêşemî termê Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê, Mîr Tehsîn Beg li navçeya Şêxanê hat veşartin.

Peyamnêrê Rûdawê Eyûb Nisrî ku ji bo şopandina merasîmên taybet bi pêşwazî û veşartina termê Mîrê Êzidiyan li Şêxanê ye, da xuyakirin: Îro Sêşemî 5ê Sibata 2019an, berî nîvro di merasîmeke hêja de termê Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê li nav hewşa mala wî li Şêxanê bi axê hat spartin.

Peyamnêrê Rûdawê got, Mîr Tehsîn Beg pêştir wesiyet kiribû ku di nav hewşa mala xwe de bê veşartin, lewma îro bi veşartina termê wî di nava hewşa mala wî de, wesiyeta wî hate bicihanîn.

Termê Mîrê Êzidiyan roja Duşemiyê bi firokeyeke taybet ji Almanya ve bo Herêma Kurdistanê hate vegerandin û li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê bi merasîmekê ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî têde amade bû, hat pêşwazîkirin.

Herwiha li balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê merasîmeke fermî û mezin ji bo pêşwaziyê termê Mîr Tehsên Beg saz kir, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tevî gelek wezîr û berpirsên hikûmetê, konsul û nûnerên welatan ên li Herêma Kurdistanê û gelek kesayetên siyasî, olî û etnîkî yên Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn.

Piştî merasîma fermî ya li Hewlêrê, termê Mîr Tehsîn Beg bo navçeya Şêxanê hatibû birêkirin û li hewşa mala wî hatibû danîn.

Her duh li Şêxan jî bêhtirî 40 hezar kes beşdarî merasîma pêşwaziya li termê Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û cîhanê bûn.

Roja (28-01-2019) Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê, Mîr Tehsîn Beg di temenê 86 saliyê de li nexweşxaneyeke bajarê Hanoverê li Almanyayê koça dawî kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi