April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Şêxanê 7 rojan şîna Mîrê Êzidiyan e

Li Şêxanê 7 rojan şîna Mîrê Êzidiyan e

Şêxan (Rûdaw) Termê Mîr Tehsîn Beg, Mîrê Êzdiyan li nav hewşa mala wî li navçeya Şêxanê hat veşartin û dê şîna wî li Şêxanê 7 rojan bidome.

Di merasîmeke berfireh de ku ku zêdeyî 5 hezar kesan têde amade bûn, roja Sêşembiyê termê Mîrê Êzidiyên Kurdistanê û Cîhanê li ser wesiyeta wî bi xwe, li nav hewşa mala wî bi axê hat spartin.

Zanayê Ayînî yê Kurdên Êzidî li Gurcistanê, Pîr Dîma ku di merasîma veşartina termê Mîr Tehsîn Beg de li Şêxanê amade bû, ji Rûdawê re axivî.

Pîr Dîma ragihand,  ku sala 2011ê Mîr Tehsîn Beg tevî hejmarek endamên Civata Bilind a Rûhanî ya Êzidiyan û Babe Şêx serdana Gurcistanê kir û tekez kir, “bi saya serê Mîr Tehsîn Beg gavên mezin hatin avêtin û bo cara ewil, Mîr rê da ku li derveyî wela, li derveyî Êzidxanê û li derveyê dewleta Iraqê, qub anku perestgehên êzidiyan bêne avakirin”.

Di merasîma veşartinê termê Mîr Tehsîn Beg de, kurê wî Mîr Hazim Beg, ji bo vegerandina termê mîr û rêvebirina merasîman, pesna rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê bi giştî da û ji ber wê yekê spasiya hikûmet û xelkê Kurdistanê kir.

Di merasîma veşartina termê Mîr Tehsîn Beg de, kesayetên siyasî , olî û civakî beşdar bûn.

Kurê Mîr Tehsîn Beg, Hazim Mîr Tehsîn Beg jî amaje bi merasîmên pêşwazî li termê Mîrê Êzidiyan û beşdariya berpirs û xelkê Kurdistanê di şîna Mîr de ji Rûdawê re ragihand: “Gelek kêfa me hat, xelkê Kurdistanê ti teqsîr nekirin, xelkê me yê misilman, mesîhiyan, Saîbe û Kakeryiyan tevde ti teqsîr nekirin. Ferqa me jî nîne. Em gelek spasiya wan dikin, ku teqsîr nekirin, ku gelek rêza Mîr girtin. Em spasiya Hikûmeta Kurdistanê jê dikin, ku gelek rêz li Mîr girt. Em dê 7 rojan li Şêxanê rûnin. Her kesê ku bê, li ser û ser çavên me bê”.

Taziya Mîr Tehsîn Beg li Şêxanê dê 7 rojan bidome. Herwiha 3ê rojan jî li sînorê Şingalê şîna Mîrê Êzidiyan tê danîn.

Pêştir li Almanya jî 3 roj weke behiya (şîna) Mîr Tehsîn Beg hatibû danîn.

Termê Mîrê Êzidiyan roja Duşembiyê bi firokeyeke taybet ji Almanya ve bo Herêma Kurdistanê hate vegerandin.

Li Hewlêrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, her heman rojê merasîmeke fermî û berfireh ji bo pêşwaziyê termê Mîr Tehsên Beg saz kiribû, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tevî gelek wezîr û berpirsên hikûmetê, konsul û nûnerên welatan ên li Herêma Kurdistanê û gelek kesayetên siyasî, olî û etnîkî yên Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn.

Mîr Tehsîn Seîd Elî Beg roja 15ê Tebaxa 1933an li devera Baedrê ya ser bi navçeya Şêxanê jidayîk bûye. Di havîna sala 1944an de di temenê xwe yê nêzîkî 11 salî de ji ber koça dawî ya bavê xwe, ji aliyê dayîka xwe ve ji bo postê Mîrê Kurdên Êzidî hat berbijêrkirin.

Roja duşema 28-01-2019an Mîr Tehsîn Beg li nexweşxaneyeke bajarê Hannover a Almanyayê di temenê xwe yê 86 salî de koça dawî kir.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi