DUHOK – Hejmara kesên di rûbaran de xeniqîn bûne 11
Rûdaw
Piştî 10 demjimêran, termê ciwanekî koçberê Şingalê, di nav rûbarê Xabûrê de hate derxistin. Bi vî awayî, li parêzgeha Duhokê ji
destpêka îsal heta niha 11 kes di avan de xeniqîn.
Rêveberê Ragihandina Berevaniya Şaristanî ya Duhokê Bêwar Ebdulezîz ji Rûdawê re ragihand, îro Înê (30-06-2017) malbatekî Şingalî tîmên wan agahdar kirine, ku kurê wan li gundê Boselê ya bajarokê Batûfa ya rojavayê Zaxoyê ketiye avê.
Bi gotina Bêwar Ebdulezîz tîmên wan demildest gihiştine cihê bûyerê û karîne termê ciwanê bi navê Ferhan Seydo yê 22 salî ji avê derbixin.
Ebdulezîz da zanîn, ku ji bo destnîşankirina sedema mirina Ferhan Seydo, termê wî şandine Pizîşkê Dadî ya Duhokê û eşkere bûye ku Seydo di encama xeniqandinê de jiyana xwe ji dest daye.
Ferhan Seydo kurdekî êzidî ye û koçberê Şingalê bûye, li Kampa Bêrsivê Du ya Zaxoyê nîştecî bûye.
Ev yek di demekê de ye, ku roja Çarşemê (28-06-2017), 2 ciwanên din jî, ku yek ji wan kurdê êzidî bû, li Zaxo xeniqîbûn.
Bi vî awayî îsal li Duhokê hejmara kesên ku di rûbaran de xeniqîne, bûne 11 kes.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî