Şêx Şamo : Belê bo rêfrandom wê 90% deverên Êzdiyan bo ser Herêmê bizvrîne
Evro Nîwz
bingehê rewşenbîrî û civakyê laliş kombûna asayî ya xwe encam da û çend tewerekên girng behskirin ji wan pirsa encamdana rîfrandomê , şêx Şamo serokê desteya bilnd ya bingehê laliş diyarkir ku eu dê bi hemû Liq û Nivîsîngehên xwe ve kar bo serêxstina rîfrandumê ken.
Şêx Şamo serokê desteya bilnd ya bingehê laliş bo Evro Nîwz got: (em weku bingehê laliş yê rewşenbîrî û civakî ku taybete bi rewşnbîrî û ھuşyarkrna kurdên êzdî ve l dھokê kumbuuyn û me behs l çendîn tewerên grêday baruduxê ھerêma kurdstan û îraqê û êzdyan kr ، êk j wan tewerên herî girng ku me bi têr û tesel behs liser kirî pirsa rîfrandumê bû , helbet me weku bingehê laliş di kumbûnê da biryar da ku pişkdarê rîfranumê bîn û bi hemû Liq û Nivîsîngehên xwe jîve kar bo serêxstna pirsa rîfrandumê bikeyn û civakê Êzidî huşyar bikeyn û hanbideyn ku pişkdaryê di rîfrandumê biken û bi ”Belê” deng biden jiberku rîfrandum pirseka neteweyî û nîştmanî ye û mulkê hemû kesaye)
Zêdetir got: (serkeftina pruseya rîfrandumê dê 90% ji deverên kurdên Êzdî bo baweşa Herêma Kurdistanê zivrît ve û kurdên Êzdî dê bine pişkeka serekî bo zivrandina ewan deveran bo Herêma Kurdistanê)
Bingehê laliş li sala 1993 hatye damezrandin û baregayê serekî dikevîte bajêrê Duokê , 40 Liq û Nivîsîngeh li Herêma Kurdistanê û derve hene , heta niha şeş hezar endamên xudan bawername yên Êzdî bi xwe ve digrît.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî