March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Iraqê Kûpaya Kendavê bi dest xist

Iraqê Kûpaya Kendavê bi dest xist

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma futbolê ya Iraqê di Kûpaya Kendavê de ku li Besrayê birêve diçe bi ser ket.

Gera 25an a Kûpaya Futbolê ya Kendavê li bajarê Besrayê yê Iraqê îşev bidawî bûe û di çarçoveya kûpayê de herdu tîmên futbolê yên Iraq û Oman hatin hemberî hev.

Di pêşbirka dawî ya 25emîn Şampiyoniya Kendavê Iraqê li yarîgeha navneteweyî ya Besrayê bi encama 3-2 tîma Omanê têk bir û bo cara 4emîn bû şampiyon.

Îbrahîm Bayiş di xuleka 24ê de gola yekem a tîma Iraqê tomar kir.

Paşê li ser navê tîma Omanê di xuleka 97an de Selah El-Yahyayî ji penaltiyê golek tomar kir.

Ji ber vê yekê maç derbasî dema zêde bû. Di maçê de Iraqê bi gola Emced Atvan di xuleka 116an de skor kir 2-1 û piştî du xulekan jî Oman Malikî yê Omanê gola din tomar kir û dîsa encam kir wekhev.

Lîstikvanê Iraqî Munaf Yunus di xuleka 120an de bi serê xwe golek avêr û encam kir 3-2.

Piştî vê encamê Iraqê bo cara 4emîn Kûpaya Kendavê bi dest xist.

Kûpaya Kendava Erebî ku piştî 44 salan bi mazûvaniya Iraqê tê lidarxistin, di 6ê Çile de dest pê kiribû.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi