شبكة لالش الاعلامية

Lîstikvanê Kurd êdî li Manchester City ye

Lîstikvanê Kurd êdî li Manchester City ye

Danyel Erzanî

Hewlêr (Rûdaw) – Lîstikvanê Kurd ê hilbjardeya Awustralyayê, Danyal Erzanî tev li refên yaneya Manchester City a îngîlîzî bû.

Danyal Erzanî yê 19 salî ku xelkê bajarê Xuremava yê parêzgeha Loristan a Rojhilatê Kurdistanê ye û 12 sal berî bi tevî malbata xwe çûye Awûstralyayê, duh bi awayeke fermî tevlî  yaneya mezin a îngîlîzî Manchester City bû û berişdarî rahînanan bû.

Danyel Erzanî êrîşber e berê di yaneya Melborn City ya Awûstralyayê de dilîst. Herwiha di Kûpaya Cîhanê ya 2018ê de li gel hilbjardeya Awûstralyayê lîst.

Danyal Erzanî ji medyayan re raghand, hemû hêviyên wî ew bûye ku li yaneyên ewropî bilîze.

Rahênerê yaneya Melborn City jî got, ku Danyal lîstikvanekî xwedî behre ye û di kare di demeke kêm de pêş bikeve, li Ewropayê jî şiyanyên xwe zêdetir bike.

 

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

___

Parîs Sancirman binasnavê kupa sûper ya Frensa hat xelat kirin

Lalish Duhok

Keça Êzidî li dadgehê derkete pêşberî DAIŞiyê ku ew revandibû

Lalish Duhok

Messi bi çavên tijî hêsir malavayî li Barcelonayê kir

Lalish Duhok