November 16, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Di milê wî de guhê wî çê kirin!

Di milê wî de guhê wî çê kirin!

Çavkanî :Basnews

  Li Çînê kesekî bi navê Jî ku di qezaya tirafîkê de guhê xwe yê rastê winda dike, di milê wî de kuhê çêkirî xuliqandin. Ev guhê ku di milê wî de ye, wê piştî 4 mehan dê serê wî ve bi cîh bikin.

Li gor nûçeya ku Daily Mail belav kiriye, li Çînê bijîşkê bi navê Guo Shuzhong, ji bo çêkirina guh kirkirka ku ji parsû yê kesê bi navê Jî girtî bi kar anî. Tê gotin ku ev guh wê piştî 4 mahan, dê serê wî ve bê bi cîh kirin. Berî salekî kesê bi navê Jî ku qeza kiribu, ji ber wê jî di milê xwe yê rastê de xisareke pir cidî dibîne. Guhê wê yê rastê bi temamî ji ruyê wî cuda dibe. Piştî qezayê ji bo rast kirina ruyê xwe bê hejmar operasiyonan ango tedaviyan dike û derdê wî yê herî mezin jî ewe ku guhê xwe careke din bidest bixe. Kesê bi navê Jî ku ji ber guhêxwe, xwe kêm dibînê, jêre tê gotin ku ew careke din nikare guhê xwe bi dest bixe ji ber ku beşeke mezin ji guhê wî çu ye. Ev kesê ku temenê wî çende nahatiye diyar kirin, sala 2006ê ji bijîşkê bi navê Shuzhong li Çînê yekem kese ku veguhestina rû kiriye, alîkarî dixwaze.

kol2

Di milê Jî de guhê çêkirî hatiye çêkirin, lê pêngava pêkanîna bi temamî hîn nehatiye avêtin. Bijîşk wê piştê 4 mehan rêka amûra Vaskûl wî guhî bikşînin serê Jî de li cîhê guhê wî ve bi operasyonekî bi cîh bikin. Bijîşk Shuzhong tîne ziman ku pêngava herî zehmet ya prosedûrê ew bu ku guh li mil ve girêdan bu ye û ev pêngav jî bi serkeftî pêk aniye.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.