March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ciwanekî Kurd li Amerîkayê di warê firokevaniyê de bû yekem

Ciwanekî Kurd li Amerîkayê di warê firokevaniyê de bû yekem

Hewlêr (Rûdaw) Ciwanekî ji Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, piştî ku bi sedema krîza Sûriyê ligel dê û bav û birayê xwe koçber bû, li Amerîkayê xewna zaroktiya xwe biserkeftî pêk anî.

Mîro Kalo, ciwanê Kurd ê ji Efrînê, li ser asta 10 hezar hevtayên xwe yên xwendekarên Zanîngeha (Famingdale State College) yekem derket û bawernameya bakaloryos di Rêveberiya Firokevaniyê de bidest xist, lewma jî, ew ji aliyê serokatiya zannîgehê ve, hate xelatkirin.

Mîro Kalo, ligel malbata xwe ji sala 2011an ve, ji Efrînê çûne Amerîka û li New Yorkê bicih bûn. Li wê derê jî, wî li kêleka bawernameya Rêveberiya Firokevaniyê, bawernameya dîplomê di Zanistên Siyasî de bidest xist. Ne tenê wiha, lê wî xwendina 4 salan, di 3 sal û 6 mehan de biserî kir.

Mîro Kalo, Xwendekarê Serkeftî yê Rojavayê Kurdistanê li Amerîka, dibêje, “Spasiya Rûdaw û xelkê Kurdistanê diçim. Min bi kêfxweşî bawername wergirt û bi firoke li esmanê New York û çend bajarên din ên Amerîkayê geriyam.”

Mîro Kalo

Mîro Kalo ku di zaroktiya xwe de, li Efrînê xwesteka wî ew bû ku bibe pîlot, lê wî ew xewna xwe li Amerîkayê pêk anî.

Ji Tora Medyayî ya Rûdawê re jî ragihand ku ew dixwaze li Kurdistanê bibe pîlot.

Mîro Kalo, Xwendekarê Serkeftî yê Rojavayê Kurdistanê li Amerîka, diyar dike ku wî karî, beşa firokevanî û zanistanên siyasî bi serkeftî bixwîne û pileya yekem bidest bixe û dibêje jî, “Malbata min hevkarên min ên sereke bûn di bidestxistina vê serkeftinê de. Plana min heye ku eger bikarim, li esmanê Kurdistanê bifirim.”

Li gor gotina Mîro Kalo, li zanîngeha wî 10 hezar xwendekar hene û wî di nav hemûyan de pileya yekem bidest xist.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi