April 19, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Reqayê gencek bi çêkirina qehweyê li ser qûma germkirî bûye kesekî navdar

Li Reqayê gencek bi çêkirina qehweyê li ser qûma germkirî bûye kesekî navdar

Hewlêr (Rûdaw) Li qada Neîm li nav bajarê Reqayê ku niha beşek ji rêveberiya xweser a  Bakurê Rojhilatê Sûriyê ye, gencek qehweyê bi cizwên sifir li ser qûma germkirî çêdike.

Umer ji ber çêkirina wê corê taybet ê qehweyê, li Reqayê bûye kesekî naskirî û xelk bi şevê berê xwe didin qada Neîm û li ba Umer qehweya qûmê vedixun.

Umer wiha xwe û karê xwe dide naskirin: “Ez Umer im ji parêzgeha Reqayê me, ez qehwê li ser qûma gerimkirî çêdikim, ez cizwê sifir ê Tirkî bikar tînim. Dema me destpê kir, me tenê qehwe pêşkêş dikir, niha em qehwê, qehweya bi şîr û kapitşîno û Çayê jî pêşkêş dikin.”

Umer yekem kes e ku li Reqayê qehweya li ser qûma germkirî çêdike, di destpêkê de serdankerên wî kêm bûn, lê piştre meraqdarên qehweya qûma germkirî zêde bûn û niha Umer û qehweya xwe li Reqayê deng vedane.

Ew gencê Reqayî dibêje: “Hijmareke zêde ya xelkê dipirsin, gelo çi cudahî di navbera qehweya çêkirî li ser qûma gerimkirî û qehweya li ser gazê çêdibe heye? Tişta ku qehweya çêkirî li ser qûma gerimkirî ji ya din cuda dike, ew e ku ya qûmê hêdî hêdî çêdibe, û qehwe naşewite wek ya ku li ser gazê çêdibe.”

Qada Neîm li Reqayê di dema DAIŞê de bibû cihê kiryarên êşkencedanê û kuştinê, lewra bi navê qada Cehîm-dojehê hatibû naskirin, lê piştî kontrolkirina bajar ji aliyê HSDê ve bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî di Cotmeha 2017ê de, proseya jinûavakirinê ji aliyê encûmena sivîl a ser bi Rêveberiya Xweser ve bi alîkariya Fransayê li bajê dest pê kir.

Jibo jinûavakirina bajêr 82 milyon euro hatiye terxankirin û di 7 warên nûjenkirina jêrxanê, pûçkirina mînan, piştevanîkirina çandiniyê, piştevanîkirin koçberan, peydakirina avê, parastin û fêrkirina zarokan û piştevanîkirina civaka sivîl û ragihandinê de xebat birêve diçin.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi