March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ava Başûrê Kurdistanê hinardeyî Ewropayê tê kirin

Ava Başûrê Kurdistanê hinardeyî Ewropayê tê kirin

Hewlêr (K24) – Kompaniyeke sektora taybet, bi diruşma “Bi piştevaniya berhema navxwe, aboriya welat pêşve diçe” ava Herêma Kurdistanê hinardeyî welatên Ewropayê dike.

Li ser vê mijarê, peyamnêrê K24ê Îslam Yûsif diyar kir: “Ev çendemîn karwana ava Herêma Kurdistanê ye ku ji aliyê Kompaniya Ava Silêmaniyê ve ber bi welatên Ewropayê têne şandin, karwana îro jî ji Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ve bi rêya Tirkiyê hinardeyî welatê Swêdê tê kirin.”

Peyamnêrê me eşkere kir: “Heta niha ava Herêma Kurdistanê hinardeyî 10 welatên Ewropayê hatine kirin.”

Berpirsê Ragihandinê yê Kompaniya Ava Silêmaniyê Pêşîn Nasih ji K24ê re diyar kir: “Kargeha ava Silêmaniyê xwediyê 7 bawernameyên navdewletî ye, sê bawernameyên Amerîkî, bawernameyeke kalîteyê ya welatê Îmaratê, bawernameyeke Swêdê û yek jî ya Norwecê, ev bawername jî bûne piştevanî ku ava Silêmaniyê bikaere berhemên xwe hinardeyî welatên derve bike.”

Pêşîn Nasih destnîşan kir: “Divê piştevaniya berhemên navxwe were kirin, bi mebesta vejandina aboriya welat, ku dibe deriyek ji bo pêkanîna derfetên kar ji bo xortan.”

Nasih eşkere kir ku biryar e di çend rojên bê de Kompaniya Ava Silêmaniyê karwaneke din a avê bişîne welatê Brîtanyayê.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi