100 milyon şopînerê wê hene
Rudaw
Stranbêja amerîkî Katy Perry yekem kes e ku li ser Twitterê 100 milyon şopînerê hene.
Li ser Twitterê 100 milyon şopînerê Katy Perry çê bûne û bi vê hejmarê Justin Bieber û Barack Obama paş xwe ve hiştine.
Katy Perry di Sibata 2009an de beşdarî Twitterê bûye û heta niha li ser hesabê xwe 8 hezar û 500 tweet (peyam) belav kirine. Kerry bi hellkefta gihîştina 100 milyon şopîneriyê sipasiya şopînerên xwe kir.
Ji aliyê din ve rêveberiyê Twitterê jî stranbêja amerîkî pîroz kir û ji bo wê vîdeoyek taybet amade kir.