September 23, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Şêx Şamo li P.Kurdistanê raportek pêşkêşkir

Rêzdar serokê perleman

Rêzidaran cêgir û sikrtêrê perleman

Rêzidaran endamê perlemanê Kurdistanê

Silav li xêzan û gîyan û goristanê cangorî û şehîdan silav li derdeserya wan xelk û xêzanên di destê Da’ş da girtî û êxsîr maîyn.

Wekû em hemû di nav rudana da di jîn, eve serê zêdetir ji çar mehane kurdistan ketye ber gefên Da’şên tîrorist, bere bere û qonax bi qonax ew deverên ketyne destê Da’ş pêşmergehê qehreman rizgar dike, bextekî baş bû serkirdayetya giştî ya hêzên çekdarên Kurdistanê hevdem di gel sê helkefta operesiyona azad kirina şingal û derdorên wê dest pê kir li 16/-17/12/2014 roja alayê rengînê kurdistanê û roja daykên Kurdistanê û 17/12/2014 roja cejna rojyên Êzî bû ku ya kurdên êzidî, me biryar da bu wek dezgehên taybetmend li nav Êzidîya yên olî û civakî û rewşenbîrî rê û resmên cejnê ne êne gêran wek rêzgrtin li xuna wan fermande û efserên pêşmergehê qehreman yên gîyanê xwe gorî axa welatê xwe kirî wek xemgînî û beşdarî di gel wî xelkê me yê zîyan û zerera mezin xwarî ji egerê wan gurzên dijwarê Da’şên dirinde ko li kok û kewna xelkê Şingalê dayî.

Pêşmerge ronya çavê meye pêşmerdge taca serê her kurdekî welat parêze .

Li roja cejnê17/12 min wek endamê perlemanê kurdistanê bi erkê xo zanî roja cejnê li mihwerê rojavayê dîcleyê di gel pêşmerge derbas kim gehştme Şingelê pêşî li mihwerê zimar dîdar û dîtin di gel wan mêrxaz û ‘egîdan min encam dan û bo min zelal bu di mawê 12 demjmêra berî bigehme başwrê zimar pêşmergê qehreman gehştine bakurê şingal gund bi gund û komelgeh bi komelgeh wan deveran rizgar dike û pilan ya berdewame li erdê pêşmergeh û li ‘esman firokên Amrîka û welatên hev peyman di gel da .

Li rêya zimar Şingal êkser min biryar da li wê rêkê ber bi Şingal rê ketim bi rêve gava min ew berîya bê pîvan dîtî bi gotin û aqwal asane mirov bêne ziman lê bi kirin û kiryar ne karekî asane li wî seqayê sermayê û ‘erdê şil û ‘esmanê şil pêşmergê qehreman kom bi kom li wê berya berfireh ber belav buye û Da’ş ne hêlayî , û rêk vekirî û deh hezar xelk û xêzan û çekdar qurtal kirîn eve serê çar mehan bû li serê cîyayî tekoşan kirî û mirinê beramber germî û serma û birs û tirsê di kirin bê şik û cihê xoşhalya her kesanekî kurd û kurdistanê û dost û mirov nas bû.

Ew bu ez gehştime mezarê şerfedîn li bakurê şingal û serkirdayetîye ‘emelyata rojavayê Dîcle berî me gehşt bû u cejn li me hemîyan bune dû Cejn û gund û komelgehên ( Herdan û zorava û gohbel û boreg û dihola û dûgor û nahîa sinunê û xanesor û gundên bi ser ve û hemî bakurê çîya ji Da’ş pak bû.

Berêzan her di cih da min bi erkê xwe zanî berdewam di peywendîyada de bim di gel berêzan parêzgerê Dihok û dezgayê xêr xwaziyê barzanî û cihên dîtir yên peywendîdar ji bo zu gehandina hemî pêdawîstyên jîyanê bo wan xêzanên perîşan mayî li serê çîya bi supasîve di bêjim roja dîtir 18/13 nêzîkî (30) Tirombêlên barhilgir ji dezgehên xêrxwazîyê Barzanî û sotemenî ji perêzgeha Hawlêr û 12 şahîne ji karîgerya parêzgeha Dihokê gehştne nav wî xelkî tengav û rewşa wan bere bere aram bû .

Dîyar bû dil xweşyek seranserî kete nav xelkê me çil kemp û çadiran li serê çîya piştî azad kirina deverên wan destpê kirî.

Piştî pak kirina bakurê çîya pilana şarê Şingal li başurê çîya dest pê kir dîyare Da’ş hêza cara nemaye û şikest xwarye li ser destê pêşmerge û hîvî û omêd di geşin şarê Şingal û gund û komelgehên başurê şingal jî ji destê Da’ş derkevin û xelkê me wê bi cih û warê xwe şa bibin .

Di civîneka rêzidar Mes’ud Barzanî serokê herêmê û fermandeyê giştîyê hêzên çekdarên kurdistanê di gel kesayetyîyên kurdên Êzidî li dest pêka karesatê li Dihok cenabê wî sozdabû eger qurbanî çi bin beramber azad kirina Şingal erkê meye yek bost ji axa Kurdistanê li nav destê dagîr kera nehêlin û dîsa soz dabû di gel azad kirina seredana Şingal bike

Ew bû camêr soza xo bi cih any pêşî dawî hatina pilana azad kirina deverên Şingal li roja 21/12/2014 hate serê çîyayê şingalê û mezargehê Mîr Şerfedîn jî zîyaret kir ew mîrgeha pêşî 800 sala peyam dayî kurdistanê bila qaym kin îmanê şerfedîn wê bibe mîr li dîwanê .

Seredana rêzdar serokê herêmê û pilana berdewama serbazî ya azad kirina şingal seranser dilnîya bûnekê li cem me kurdên Êzidî peyda di ke em ne di bê xwedîne û em gehştin wê baweryê gava kurdistan bin dest dibe, Êzidî dû caran bin dest di bûn, gava Kurdistan azad bû Êzidî dû cara azad di bin , carek wek dîn û carek wek netewe .

Berxudan û qurbanî dana Êzidîya û taybet çîyayê şingalê berî şoreşên netewî û nexasime li 50 salên derbas buyî li xebata neteweî xwaza kurdî çi li qonaxên şoreşgêrî û çi li vî serdemê azadî û ava kirinê û 11 salên şoreşa madda 140 di hêln mirov bêje bizava rizgarî xwaza kurdî û hersê serokatyên Kurdistanê- serokatya herêma kurdistanê – serokatya perlemanê kurdistanê -serokatya Hikumeta herêma kurdistanê qerdarên xweragirîya vî xelkê helgrê dîrokek tiracîdîne û erkekî neteweyî hemî layenên sîyasî ye der barê vî pêkhatê resenê kurdî rabin .

Bangewazîya min bo hersê serokatyên herêm û bi rêka wan bo hemî cîhanê bi hemî rêk û hewldana bizavên xort bihêne kirin ji bo rizgar kirina keç û jin û zarokên êxsîr mayîn di destê tîroristên Da’ş da çunke şeref û kerameta Kurdistanê ne û pitr êş û meraqa di dilê xelkê mede mayî vegerandina wan girtî û êxsîra ye .

Û li vêrê bi erkê xwe di zanim van pêşnyara li ser van qonaxa parve bikim û bêxme ber destê serokatya perleman û gişt endamên berêz.

Qonaxa êkê: qonaxa awere bûna xelkê me yê lê qewmawî bû, cihê serferazyê bo her sê serokatya û hemî dam û dezgayên peywendîdar ewa di şîyan  be bo hemî xelkê aware hatye kirin û taybet xelkê me û hejîye bêjin hemî cemawerê Kurdistanê meraqdar û harîkaryê xelkê mene .

Qonaxa duyê: qonaxa azad kirina deverên ketîne destê Da’ş pişt rastin nêzîk mizgînya dastana mezina azad kirina şingal wê li ser destên pêşmergeyê qehreman hête ragehandin û hemî axa kurdistanê dê hête rizgar kirin .

Qonaxa sêyê: Cînosaîd naskirina vê karesatê çareserîye ji bo derd û mexdurya xelkê me giring û pêtvî ye lîjna Cînosaîd ya perlemanî dîvçonên berdewam biket li ser wan gefên di hêne avêtin ji alyê lijna Hikumetê ya tayîbetmend bi Cînosaîd nasandina karesata şingal, û em di zanin gelek gorên bi kom ji xelk û xêzanên me paş maî karesatêne fer di bînim tinê li ser destê tîmên taybet mend û pispor bi cînosaîd bihêne vekirin û pişknînin dakû bibne belge û dîkyomênt li ber destê lîjnên taybet bi cînosaîdê ya hikumeta herêma kurdistanê û pêtvye lijna demekî ya perlemanî bi erkê xwe rabe û bi wrdî çavdêryê li karê wan bike .

Qonaxa çarê:qonaxa aram kirina xelkê meye bê goman ji erkê wê zordarya bê sinur li xelkê me hatî kirin saîkolocîyek tirsîayî di kesayetya xelkê meda peyda buye bo vegerandina baweryê li vî xelkî me pêwîstî bi dam û dezgehên aktîv heye ji bo parastina emnîyet û mafê xelkê me bigre ji polîs û pêşmergeh û asaîş û dadgeha fere hervji kurdistanê bin û kesên di hêne damezrandin li van dam û dezgehacxelkê şingalê bixwe bin û ne dîsa dam û dezga girêdaî musil bin û zerera li vî xelkî ketî winda bibe.

Giring û pêtvye hêzeke jîngehê pêk hatî ji hezar kesa ku ji şingalya bihête pêk anîn û ji dû foca pêk bi hêt ji pênc sed li alyê bakurê çîya û pênc sed li alyê başurî cîya ji bo parastina jîngeha vî cîyayê xo ragir û hem (hêza û heynete û me3yşete ) ji bo hezar xêzanên hejar yê wê deverê .

Û fere tîmê paqiş kirina wa şar û gund û komelgeha ji (TNT) yên tîrorista çandî bihêne zêde kirin ji bo silametya wî xelkî bi parêzin .

Qonaxa pêncê: qonaxa îdare kirinê îdareka çalak û dest helat dar û xudan biryar bo qeza şingal û deverên serve di vêt û pêwîste hikumeta herêmê budceka bi lez terxan bike ji bo sax kirina wan dam û dezgehên îdarî û xizmet gozarî çunke gişt alyet hatine talan kirin çi şarewanî yan tendirustî yan kehreb yan av yan perwerde…

Qonaxa şeşê: qonaxa amare kirinê senterê taybet mend bi karesatê bihête damezrandin û amarek seranserî dest pê bike ji bo dest nîşan kirina wê zîan û zerera bi mal û hal û mimtelîkat û mirovê şingalê kefty qonaxa êkê harîkaryeka bilez hebit bo her xêzaneké gava vegern ser cih û warên xo , di vîa fişareka mezin bikeve ser hikumeta fidral li bexda bo darştina pilaneka qerebo kirina vî xelkî çunke ji ruyê îdarî û daraî ve deverên me girêdaî îdara parêzgeha musilin .

Qonaxa heftê: çarenvîsê van devera xweya buye berî van rudana ji kêla çareserya derd û daxwazên xelkê me û encam dana madda 140 ji encamê rifrandoma desturê îraqê û her sê helbijartinê perlemanê îraqê û civata parêz geha musil bi belge têre hindî hene perlemanê kurdistanê zo biryarê bide li ser encam dana rapirsyê li wan hemî deverên girêdayî madda 140 û ev xelk qurtal bibe ji vê jîana daliqandî û dabirandî çunke li benda wê rojê ne bêjin belê kurdistan û vegerne ser kurdistana dayî ve .

Xozya wê rojê ez pirojeya yasayê parêzgeh kirina şingal bi têkraya îmzayên endamên perlemanê kurdistanê bibînm li ber destê serokatya perleman ji bo xundina êkê û derbaz kirinê, daku hikumeta kurdistanê bi erkê xwe rabe ji bo ava kirina şingala cînosaîd kirî .

Pişnîar di kim perlemanê kurdistanê çi li ser astê serokatyê yan li ser astê hemî lîjnên peywendîdar li perleman ka çawa ji nêzk ve berdewam rewşa awarên şingal şirove di kirin û di gehandin dîsa seredana şingal bikin û ji nêzîk ve rewşa wan bi şopînin û berdewam dîv çon û çav dêrya çawanîya xizmet kirina rewş wê xelkê lê qewmîaî di hête kirin .

Serkeftina hêza ronahyê û aştyê û xwaza dijî hêza taryê û şerxwaza misogere bijî kurd û bijî kurdistan . Supas bo guhdarya heweyên berêz .

Şêx Şamo Şêxo

Endamê perlemanê kurdistanê

23/12/2014

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.