December 07, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Filmek li ser karesata Şingalê di be yê yekemîn di fîstevalek sînemayî yê nîvdewletî da li Duhokê

Filmek li ser karesata Şingalê di be yê yekemîn di fîstevalek sînemayî yê nîvdewletî da li Duhokê
Bingehê laliş derhênerê filmê xelat di ke
Veguhastin \ Çinar Şemo
Li roja 17/9/2015 li bajarê Duhokê fîstevaleke filmên dikyumêntî ya nîvdewletî hat pêşkeş kirin , û di nava wande filmê dikyomantî yê fermana 73 ya derhênerê kurd (Rêkêş Şehbaz ) li ser astê tevaya filmên dikyumêntî di wê fîstevalê de di be yê yekemîn .
piştî ku derhêner hatî xelat kirin rêkêş soz da xelatê xwe bi ser wan kesên bun gorî kerên karesata şingalê de pêşkeş bike ji berku ew ketin hemberî mezintrî karên hovane li ser destê gropê tîrorstî yê Da’ş.
Ji ber wê yekê bingehê laliş radibe bi xelat kirina derhênerê navbirî ji ber wî karê pîroz kû bi erkê derhênerya vî filmê dikyomentî rabuyî, hêjay gotinê ye ev xelat ji alyê berêz  Şemo Qasim berpirsê beşa rewşenbîrî derhênerê navbirî hat xelat kirin .
Ev fîsteval ji 143 filmên dikyomentî hatbu pêşkeş kirin û bo dema 9 rojan dom kir û di nava wan filmande 44 filmên kurdî û 99 filmên cîhanî di nava wê fîstevalê da hebun .
  

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.