February 24, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê‌ laliş pştevanya rêkxstina nav mala Êzdyan û danana civateka bilnd dikit”

Bingehê‌ laliş pştevanya rêkxstina nav mala Êzdyan û danana civateka bilnd dikit”

Tora laliş ya ragehandinê‌/Duhok

Serokê‌ desteya bilnda bingehê‌‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî li Duhokê‌‌ ragehand ku bingehê‌ laliş piştevanya rêkxstina nav mala êzdyan û danana civateka bilnd bo êzdyan dikit, û hewlên berdewam didet bo xizmetkirna qutabyan.

Li rêkkeftî(31/10/2019)ê‌ kombûna asayî ya desteya bilnda bingehê‌‌ laliş bi serokatya berêz(Şêx Şamo)serokê‌‌ bingehê‌‌ laliş û amadebûna endamên desteya bilnd û berprsên tayên bingehê‌‌ laliş hate encam dan,di kombûnê‌ da serokê‌ bingehê‌ laliş ragehand ku eu piştevanyê‌ li rêkxstina nav mala êzdyan û bi taybet danana civateka bilnd bo êzdyan dikin.

Di kombûnê‌‌ da serokê‌‌ bingehê‌‌ laliş cext li seredana nivîskarê‌ kurdê‌ Êzdî diktor “Eskerê‌ Buyk” bo herêma Kurdstanê‌ kir û smînara ji alyê‌ bingehê‌ laliş û êketya nvîseran hatye rêkxstin û seredana wî bo nik cenabê‌ serok Mesod Barzanî bi pêngaveka girng li qelem da.

Di tewerekî dî yê‌‌ kombûnê‌‌ da Şêxî dûpatkir ku bingehê‌ laliş hewlên berdewam didet bo xizmeta qutabyan û dê‌ berdewam bit.

Li dawya kombûnê‌ gengeşe di navbera‌ endamên desteya bilnd û berprsên tayên bingehê‌‌ laliş li ser girngtrîn kar û çalakyên bingehê‌‌ laliş û çend babetên dî hate kirin.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.