December 13, 2019

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê Laliş: Rizgarkirna Girtî û Êxisîrên Me ji Destê Daîş, Ew Cejina Me ye ji Rastiye

Bingehê Laliş: Rizgarkirna Girtî û Êxisîrên Me ji Destê Daîş, Ew Cejina Me ye ji Rastiye:

 

      Eve sala dwê Cejina Serê Salê di êtin, û pitirya xelkê me di derbederyê û koçberyê da dijin, û bi hezaran jin û zarok û zelamên Êzidiyan di girtîne, û bi hezaran windaboyî û veşartîne di gorên bi komel da li devera başorê Şingalê piştî dagîrkirina wê ji layê çeteyên Daîş yên hovane û tîrorist. Em radigehînin ku çu şêwên ahing gêranê nahêne kirin di vê cejinê da, çingu xoşî na kevîte dilên birîndar û pir êş ji ber windakirna xoştiviyên xwe, çejina meye ji rastî ewe rizgarkirna deverên meyên mayên ji Şingal, û herdû bajirên Başiqê û Behzanê bi şêweyekî giştî, û cejina me ya here mezin ewe dema rizgarkirna girtî û êxsîrên me ji destê Daîş, ku dibîtin hindek girnijînê bizivirînte dilên dayîkên dilşkesitî û hemû Êzidiyan çi yên di gemiyên derbederiyê da yan jî yê ji neçarî koçî derveyî welatî boyîn ji ber gîrobona rizkarkirna deverên wan û sebira wan ne mayî û bê omêdiya wan ji ber bilindbona astê hizira tekfîrî û tûndrew li hemû Rojhilata Naverast. Bê şik, ev hestên bê hîviyê nabit we li me biken em bê omêd bin û dest deynin beramber pilanên dujiminên jiyanê û mirovayetyê. Lewma em daxwazê ji serkirdayetiya herêma Kurdistanê ya paya bilind di keyn lizatiyê biken ji bo rizgarkirna ew deverên me yên mayîn, û danana pilanên taybet ji bo girintîkirna wan di paşerojê da ji bo ewa bi serê me hatî li Tebaxa 20014, dûbare nebit careka din, herwesa danana pilanên pêdivî ji bo avedankirna wan deveran, û karkirin bi cidî ji bo bêlayenîkirina keysa deverên me, çi bi rêya made 140 ji destûra Iraqê ya fîdiralî yan bi hindek rêkên din yên yasayî, ji bo bi dûmahî înana nexoşî û azarên xelkê me, û giritina rêkê li ber wan kesên divên bazirganiyê bi êş û xiwîna me biken, û hewil didin desthelata xwe li deverên me binecih biken, ku eve ramana wê hindê didetin deverên me aramiya siyasî bi xove nabînin bo maweyekî dirêj.

       Bi vê helkeftê, em supasiyên xwe nû di keneve bo gel û serkirdayetiya hirêma Kurdistanê ji bo wan harîkarên madî û ma’newî yên pişkêşî 400,000 çarsed hezar awarayên Êzidî kirîn. Em hîvî diken hemû çorên harîkariyê di berdewam bin bo xelkê me, digel wê hindê ku herêm ya di kirîzeka daray ya mezin da dirbaz dibit ji ber birrîna budiceya wê ji layê hikumeta navendî li Bexidayê. Dîsan em daxwazê ji civaka nêvdewletî diken keysa girtiyên me li destên tîroristên hovaneyên Daîş da nête piştguh havêtin, û kar bi cidî bihête kirin ji bo qurtalkirina wan .

       Hîvîxwazîn em li sala bihêt cejinê bi gêrîn û hemû deverên me hatibina rizgarkirin, û tîroristên hovane yên Daîş têk çûbin û bi êk carî binbir bibin. Herwesa em hîviya jiyekî dirêj bo Serok Barzanî dixwazîn ji bo destve înana pêşkefitinê û armancên gelê Kurdistanê di serxwebonê da ku eve mafekê rewaye li dîv hemû yasayên nêvdewletî, û Serok Barzanî hîviya meye jo bo avakirina Kurdistaneka bi hêz û tena ku hemû pêkhatyên wê bibirayînî û tebayî û peywendîyên mirovayetîyên mukim pêkve bijîn, ku eve armanca me hemwana. Ya fere bi vê helkeftê em supasîyên xew arasteyî Pêşmergên qehreman û her kesekê şerê tîroristên Daîş biket bikeyn. Rehma Xudê li şehîdên me û şehîdên Pêşmergey bin û serxoşyê li kesûkarên wan hemwan diken.

       Desteya Bilinda Bingehê Laliş ya Rewşenbîrî û Komelayetî.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.