Şêx Şamo dê piştevan bin di danana civata bilinda êzidîyan da heger razîbuneka civakî û cigrafî têda hebe
Çinar Şemo \ veguhastin
Serokê desteya bilinda bingehê laliş dyar kir ku danana civateka bilind bo civaka Êzidîyan girngyeka zor heye û em wek bingehê laliş dê piştevanyeke mezin li danana wê keyn , bi mercekî ku razîbunaka civakî û cigrafî li ser binyatekî zanstî têda hebit.
Di runştineke desteya bilinda bingehê laliş ewa li rekeftî 5/9/2015 hatî sazdan , Şamo pirojê danana civata bilinda êzidîyan xiste berdem andamên desteya bilind û piştî gengeşe li ser hatye kirin biryar hate dan bingehê laliş piştevanyê li vî civatê bikit , lê razîbunek civakî û cugrafî tede hebe .
Piştî ku berêz Şêx Şamo rolê bingehê laliş di sax kirina karasata şingalê û hewl û bizavên bingehê laliş bi tayên wê ve di tewerkî dî yê kombunê da behs kir û ew yek jî da dyar kirin û got (( gorstana li Şingal hatye çêkirin pêngaveka giring bû ji bal hikumeta Kurdistanê ve bo xelkê Şingal û pêtvî ye hikumeta Kurdistanê pilanên taybet dant , bo hindê xozmeteka mezin pêşkêşî xelkê şingal bikit , çinku ev dever tûşî mezintrîn karesat bû ji her alyekî ve )).
Doseya xwendekarên Êzidîyan doseyeka giringe û bingehê laliş serperştyê di ke , di vê derbarê de Şêx Şamo ragehand , ku ji sala 2007 ta niha erkê veguhastina xwendekaran bingehê laliş bi sitoyê xwe ve girtye û ta niha bi hezaran xwendekar hatin veguhastin bi saya bingehê laliş.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî