Bingehê Laliş hindek daxwaziyan derbarê xwendekarên êzîdî yên xwendina bilind li Kurdistanê pêşkêş diken
Tora Laliş
Di berdewamiya xebatên xwe yên ji bo xizmetkirina xwendekarên Êzidî, Komîteya Xwendekaran a Desteya Bilind a Bingehê Laliş ya rewşenbîrî û civakî, li Hewlêra paytext serdana Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Şanda Bingehê Laliş ji berpirsê beşa xwendekaran Dr.Munib Sîdo û birêz Raad Tariq û Diarîn Xudêda endamên komîtê pêk dihat.
Dr. Munib Sîdo di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Lalişê re got: “Armanca vê serdanê hevahengiya berdewam di navbera Wezaretê û Komîteya Xwendekarên Bingehê Laliş de bû ji bo piştgiriya vê beşa girîng a civaka Êzidî.”
Dr. Munib teqez kir ku şanda komîteya xwendekaran “daxwaza zêdekirina hejmara kursiyan ji bo xwendekarên li Şingalê û navçeyên êzîdî yên nakokbar ên ku ji dibistanên girêdayî hikûmeta federal derdixin da ku di zanîngehên herêmê de bên qebûlkirin.”
Wî bal kişande ser wê yekê ku “Berpirsên Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku me ligel wan hevdîtin pêk anî, tekez kirin ku ew dê bi hemû hêza xwe kar bikin ji bo cîbicîkirina van daxwazan û ew dilgiran in li ser pêwîstiya hemahengiya berdewam di navbera Komîteya Xwendevanan li Bingehê Lalişê û dezgehên wezaretê ji bo xizmetkirin û dabînkirina edaletê ji xwendekarên kurdên êzîdî re.”
CH