Peyama Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li dor roja cîhanya zarokan
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî roja cîhanya zarokan pîroz diket û hîvîxwastin ev roje bibîte roja bi gehştina hemû hîvyên zarokan û bi taybet zarokên Êzdiyan.
Zarokên Êzdiyan di vî çerxî da keftine di bin sitem û zordarya rîkxraweka tundrew û hatine bi karanîn di şer û nexoşîyan da û heta niha jî bi sedan zarokên Êzdiyan hîşta di behar temenê xo dabûn dibê seruşwênin, û ewên hatîne rizgarkirin jî, niha jyanê li kempan bi ser diben, evca daxwazê ji hemû alyên peywendîdar diken jîn û jiyara Êzdiyan û zarokên wan ji hemû tişta mezntir bibînin û jiyaneka xweş bo wan were ferahm kirin.
Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî
1\6\2023
CH