Ragehandina Bingehê Laliş di qonaxeka başda ye
Tora Laliş/Duhok
Bi merema pêşxstina ragehandina bingehê laliş, îro sê şembûyê 28î adara 2023,kombûna pişka rewşenbîrî û ragehandinê li bingehê laliş li Duhokê hate encam dan û çend biryarên nû hatin dan.
Bi serperştya berêz Seîd Xudêda cêgrê Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî, kombûna pişka rewşenbîrî û ragehandinê digel stafê ragehandina Bingehê Laliş(Rojnama dengê laliş، Tora Laliş، kenalê Sema، bernamê Sema Ktv) hate encam dan.
Di kombûnê da cêgrê Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş bi têr û teselî behs li rolê ragehandina bingehê laliş diqonaxa niha da û girngiya romalkirina bûyeran û babetên grêdayî bi bingehî û civaka Êzdiyan ve kir û dupat kir jî ku pêtvye rojnamevan li gel bûyeran bin û dibyavên cuda cuda xizmeta xelkî û civaka xo biken.
Ji alyekê dî da ji nêzîk ve gohdarî gile û gazndên stafê ragehandina bingehî bû,bo hndê xalên bihêz û lawaz bêne berçav kirin. herwesa tekez l pêgehandin û pêşxstina şiyanên stafî kir, ku ragehandna bingehî bitir rolê xo bibînt dinava civakî da û pêngavên baştir bihavêjt li qonaxên dahatî da.
Li dawya kombûnê jî çend biryarên nû bo bitr pêşxstina û bihêzkirina ragehandina bingehê laliş hatine dan.
CH