Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê xoleka fêrbûn û bi hêzkirina zimanê Înglîzyê vekir
Tora Laliş:
Ji bo piştevanya prosêsa perwerdê û fêrkirinê li Ba’edrê û deverê û bi hêzkirina şiyanên qutabyan, li rêkeftî (27 / 1 / 2023)ê Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê bi hevkarî di gel rêkxirawa IGFiM ya Elmanî xoleka fêrkarî û bi hêzkirina şiyanên qutabyên amadeyê ya babetê zimanê Înglîzî vekir.
Rê û resmên xola nafhatî bi amadebûna berpirsê Bingehê Laliş Tayê Ba’edrê mamosta (Xelat Ba’edrî) û nwênerên rêkxirawa nafhatî hate vekirin.
Hejî gotinê ye ev xole bo demê çendîn roja dê berdewam bit û ji layê mamosta (Nalîn Fehmî Hesen) weku pispora babetî waneyên xolê dê hêne gotin wek piştevan û bi hêzkirina şiyanên qutabyan û prosêsa perwerdê li Ba’edrê û deverê.
00S.A