Bingehê Laliş hijmareka rojnamevanan xelat kirin
Tora Laliş/Dihok
Di rêwresmekê da encamên berîkana rojnamevanîya ragehandina Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî li Dihokê hatine ragehandin û hijmareka rojnamevanan hatine xelatkirin.
Li roja 19/1/2023 bi amadebûna çendîn rewşenbîr û kesayetî û rojnamevanan,rêwresmên ragehandina encamên berîkana rojnamevanî ya ragehandina Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî li Dihokê hatine ragehandin, ku çendîn raportên girêdayî bi rewşa awareyan li parêzgeha Dihokê di bwarê vîdyoyê û nivîsînê da ji layê pişkdaran ve hatbûne berhevkirin.
Li destpêkê Şemal Akreyî,endamê lîjneya helsengandinê di rêwresman da got: 23 raport beşdarbûn,10 raportên nivîsîn û 13 raportên vîdyoyî,li dûv çend pîveran ku ji layê lîjnê ve hatbûne danan xal bo raportan hatine danan.
Se’îd Cirdo, Serokê Desteya Bilinda Bingehê Laliş diyarkir; ew raportên hatîne berhevkorin ji layê pişkdaran ve ji layê lîjneyekê ve û li dûv çend merc û taybetmendiyan hatîne helsengandin.
Li duvda serkeftîyên berîkana rojnamevanya Bingehê Laliş,her êk ji Eyub Nisrî û Naîf Remezan û Basim Qasim di bwaryê vîdyoyê da û ’emmar ‘ezîz û Thyab Xanim û Cemîla Hazim û Newzad Hilurî di bwarê nivîsînê da hatine xelatkirin.
Bo zanîn ev berîkane dibte werzê êkê yê berîkana rojnamevanî ya ragehandina Desteya Bilinda Bingehê Laliş yê rewşenbîrî û komelayetî dête encamdan, bo wan raportên girêdayî rewşa awareyan li parêzgeha Dihokê
00S.A