March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Kongirê nivîsîngeha (Bêbanê, Bozan) bi serkeftiyana bi dawî hat.

Kongirê nivîsîngeha (Bêbanê, Bozan) bi serkeftiyana bi dawî hat.

Tora Laliş ya ragehandinê.

Li rêkeftî 9 / 10 /2022 nivîsîngeha Laliş (Bêbanê , Bozan) kongirê xwe yê dûyê encamda, Bi hazirbûna endamên Desteya Bilinda Bingehê Laliş ku pêkhatibûn ji hêjayan (Nasir Kersafî) serokê lîjnê û (Dawid Murad Xetarî û Karwan Ba’edrî) endamên lîjnê). li gel parêzer Cegerxuîn Silo.

Li destpêkê peyva bixêrhatinê hategotin ji layê (Sîrwan Xidir), berpirsê nivîsîngehê ve..

Dûvda dest bigêrana kongireyî hatekirin ji alyê rêzdar (Nasir Kersafî) ve.

Paşan raporta darayî hate xwandin ji layê endamê nivîsîngehê (Ziyad ‘umer) ve û dergehê danûstandinê li ser raportê hatekirin, Paşan raporta lîjna rewşenbîrî hate xwandin ji layê endamê nivîsîngehê (Zyad Xidir)ve û dîsan dergehê danûsitandinê hate vekirin.

Piştî gengeşe bi dumahî hatî û tavahiya raportan  hatine pesendikirin.

dest bi helweşandina desteya nivîsîngehê hatekirin û supasya desteya kevin hate kirin ku pêkhatibûn j:-

– Ziyad ’emer Sîno

– Sîrwan Xidir Derwêş

– Anwer Girgo Xidir

– Vîvyan Fayih Hamid

– Es’ed ‘elî Derwêş

paşan dengdan hatekirin li şêwazê helbojartina û zorbeya berhevbûyan şêwazê (lîst) helbijartin û paşan dû lîst hatine pêşkêşkirin lîstek bi navê( Meyser Xerbî) û lîsteka dî bi navê( Şewket Sîno) xwe berbijêrkirin.

121 kesan deng dan

71 kesan dengda lîsta (Meyser Xerbî)

41 kesan dengda lîsta (Şewket Sîno)

9 deng pûçel (baTil) bûn

Desteya helbijartî ya nû pêkhatîye ji:-

– Meyser Xerbî Ni’mo

– Ziyad Tariq Emîn

– Qad Reşo Zêdo

– Xelat Hesen Xudêde

– Nisrîn ‘ereb Elyas

Li dumahyê lîjna serperişt pîrozbahî li desteya nû ya helbijartî ya nivîsîngehê kir û hîvîya serkeftinî ji wan re xwast.

00S.A

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi