March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê‌ Laliş:Wexerkirina Pîr Xidir Slêman zyaneka mezine bo tevaya Êzdyan

Bingehê‌ Laliş:Wexerkirina Pîr Xidir Slêman zyaneka mezine bo tevaya Êzdyan

Bi xem û kovaneka mezin ve me xeberê‌ wexera dawyê‌ ya kesayetyê‌ dyar û bernyasê‌ Êzdî Pîr Xidr Pîr Slêman bihîst bi egera celteya dilî ya nişkêve li rêkeftî dûşembûyê‌ 15/11/2021ê‌ xatr ji cîhana me xwast û çendîn berhem û çap û vekolîn û pertok li dûv xo hêlan, ya ku wî pranya salên xo yên nvîsandin û amadekirnê‌ terxankrbû serbarî jiyana dijwar û te’l ku jiber prsên neteweperstya kurdî û vyana wî bo keltorê‌ bab û kala û pabendbûna wî bi koka êzdyan bi hemû hêz û wêrekya xo berevanî li wan dikr tevî hovatya dezgehên êminahyê‌ yên ser rjêma diktatora berê‌ ya Îraqê‌.

Kar û karwanê‌ kesayetyeka mezin û dilsozê‌ êzdyatî û kurdayetyê‌ weku xudê‌ jê‌ razî Pîr Xidr Slêman nayê veşartin, em wexerkirina wî bi zyaneka mezin û diltezîn bo tevaya êzdyan dibînn, lê‌ mafê‌ Pîr Xidre ku em wî û serbor û ezmûna wî ya pirî dewlemend li bîr bînîn, ji berku ew ne bitnê‌ nvîskar û rewşenbîr bû, belê‌ ew têkoşer û bîrmend û nvîskar bû û êkem kes bû binyatê‌ wana êzdyatyê‌ danay ku heta îro bi dehan hezar qutabyên êzdî hatîne fêrkirn, ji blî pertokên wî yên ku dê‌ mînin jibo her kesê‌ ku liser dîrok û resenatî û kevnatya ola êzdyan vekolînê‌ dikt, zêdebarî ku xudê‌ jê‌ razî êk ji damezrînerên damezrandina Bingehê‌ Laliş yê‌ Rewşenbîrî û Komelayetî bû ,û êkemîn kes bû erkê‌ postê‌ Serokê‌ Bingehê‌ laliş li sala 1993ê‌ wergrtî, û li xizmeta êzdyan bi taybetî û çanda kurdî bi giştî da liser kar û xebata xo berdewam bû, ji postên wî wergrtîn ji wana Serokê‌ Êketya Nivîserên Kurd tayê‌ Dihokê‌ bû, paşî li sala 2005bû endam li Perlemanê‌ Herêma Kurdstanê‌, heta rojên xo yên dawyê‌ bê‌ westyan û bêzar bibe karê‌ xo bi hemû hêz û çalakya domand, heta ku li temenê‌ 69salyê‌ çû berdilovanya xudê‌.

Û binavê‌ Desteya Bilinda Bingehê‌ Laliş yê‌ Rewşenbîrî û Komelayetî bi gişt karmend û tayî û nvîsîngehên xo ve, em li destpêkê‌ serexoşyê‌ li xo dkeyn, û serexoşyê‌ li kesukarên xudê‌ jê‌ razî û hejêkerên wî dikeyn bivê‌ xusareta diltezîn û ji xudayê‌ mezin dixwazîn bi dilovanya xo şad bikt.
Ruha rehmanî
Nabt fanî
Her dê‌ zvrte berdestê‌ wî xudanî
Desteya Bilnda Bingehê‌ Laliş yê‌ rewşenbîrî û komelayetî /Duhok
16/11/2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi