March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê Laliş li bîrewerya damezrandina xwe:Bi hîç awayekî berhengarî nikarin karwanê me rawestînin

Bingehê Laliş li bîrewerya damezrandina xwe:Bi hîç awayekî berhengarî nikarin karwanê me rawestînin

Tora Laliş : -Erşîfê Bingehê me bûye serkanyek jibo vekolerên lokal û biyan

-Em rû brûy her alyekî bûn yên ku hewldayn bîrubawerên me yên eayînî û nasnameya me ya netewayetya kurdî ya resen bi şêwênin

-Piştevanya serkrdayetya Herêma Kurdistanê jibo Bingehê me piştevanye jibo taybetmendya Kurdên Êzdî.

Bîst û heşt sal(28) liser damezrandina Bingehê me derbaz dibin weku yekem berhemê êzdyan çanî piştî rzgarkirina Herêma Kurdistanê jibin destê rjêma Îraqê ya helweşyaî ,ku wî demî danustandin yan nivîsîn derbarey dîroka êzdya û ola wan ya here kevnar tawankarî bû û derfet tenê ya berdest bû jibo wan pênvîsên pesna rjêma wî demî û syaseta wê ya şovênî û diktatorî dikirin, ‎sereray hovatî û dijwarya rjêma faşst lê çendeha xort û rewşenbîrêt Êzdya disalêt heftya û heştya û bi hnera take kesî çendeha kitêb û vekolîn weşandin û dêrînî û resenatya bawerya êzdya çespandin.

Ji demê damezrandina Bingehê me li (12)î gulana sala 1993ê lijêr druşmê(laliş kanyeka zelale dihurte drubarê rewşenbîrya kurdî da)Bingehê me rabû bi daweşandina toza gumanên zalmane û tometên bê binema derheq bîrubawerên me yên eaynî û nasnameya me ya netewayetî ya kurdya resen, nerastya wan hemû tometa bi vekolînên tokme û ryalstyane hate dyarkirin ku li Govara Laliş ji alyê nvîser û vekolerên Êzidî û ne Êzidî dêne belavkirin bi drêjahya zêdetir ji bîst û pênc salên borî, herwesa erşîfê Bingehê me bûye serkanî jibo btrya vekoler û mîdyanas û xûndevanên xûndina bilind herweha vekolerên lokal û byanî, jibo zanîn dergehên bingehê me û erşîfê wî yê dewlemend di vekrîne liber her vekoler û dîroknvîsekî li hemû dema.

Sereray berhengarî û bûyerên tûşî rojhelata navîn hatîn li 10 salên borî, ku bûyera here xuyaî hêrşa zalim û hovane ya tîrorstên dêne binavkirin dewleta îslamî DAIŞ derheq milletê me yê Êzidî li wê hêrşa bê wijdanane de çendîn tawanên dijî mirovayetyê derheq Êzidyên Şingalê hatine encam dan li(3/8/2014)ê، nejber gunehekî krîn belku jiber sûrbûna wan liser baweranînê bi ola bab û papîran, ew tawanên mezin wê bine xaleka reş heta hetayê, li enya encamderên wan û herdem wê wijdanên wan yên mirî azardin, û em dibêjn, sereray wê hêrşa dijwar û şûnwarên hinav hejînên li şûn xove hêlayn ji wêrankirnê û kenîzekirnê û hetk birnê û awarebûnê, Bingehê me tinê ew kir ya li astê berprsyaretya dîrokya liser milê xwe, û xo digel pêşhatên pir azar guncand, jibo xizmetkirina xelkê me li nehametya wan ya bir tal de,û herçya ji destê Bingehî hatî ligor şyanên liber dest heta îro roj pêşkêşî xelkê xo dikt ewên ku heta niho jî retdikin vegerne Şingal jiber tem û mjawya rewşa deverên wan û kêş û vekêşên navxoyî û herêmayetî liser Şingal, gropên çekdar divên viyana xo bi hêza çekan bsepînin bê hîç pûtepêdanekê bi rêkkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê sebaret asayîkirina rewşa Şingal bêgoman weku berhengaryeka zeq dijî şyanên Hkûmeta Fîdral.

Helbet,eger ne jiber piştevanya bê sinûra serkrdayetya Herêma Kurdistanê baye û bi taybet cenabê Serok Mesod Barzanî û kak Nêçîrvan Barzanî(yê serokê Hikûmetê li kabînên pêşî) Bingehê me nedkarî berdewamyê bi erk û karên xo bide yan taya û nvîsîngeha li deverên Êzidînşîn li herdû parêzgehên Mûsl û Duhok vekt, herwesa piştevanya rêzdar Mesrur Barzanî Serokê Hikûmeta Herêmê cihê rêz û sûpasya meye, sereray qeyrana darayîya pir zehmeta Bexdayê biser Herêmê de sepandî.

Divê em bêjin ku piştevanya Serkrdayetya Herêmê bi hîç awayekî neya mercdarbû belku Serkrdayetya Herêmê piştevanya Êzidyan weku erkekî dizanî li byavê piştevanya hemû pêkhatên Kurdistanê yên eayînî û netewey û tekezya wê liser berdewamya çalakî û taybetmendyên wan yên civakî, jiber ev piştevanî dirêje pêdana rêbaza Barzanyê Nemire li wekhevyê û dadperweryê dinavbera hemû pêkhatên Kurdistanê de û xurtkirina bihayên dilovanyê û brayetyê û pêkvejyanê dinav hemû rengên milletê Kurdistanê da.

Û em dibînîn ku piştevanya Bingehê me piştevanye jibo taybetmendya Êzidyan ya eayînî li çarçovê netewayetî yê Kurdistanê da, jiber em weku mezintrîn rêkxrawa civaka sivîl liser astê Kurdistanê û Îraqê, bûyne jimareyeka giring û giran her alyekî pûte pêderê karubarên Êzidyan nikare perawêz bike.

Li demê em pir ji dil sûpasî û pêzanînên xo pêşkêşî Serkrdayetî û Hikûmeta Kurdistanê dikeyn, em tekezyê li pêgîryê bi drûşmê bûye nav û nîşan jibo Bingehê me dikeyn û emê mînin li wê bawerê ku Êzidyatî û Kurdayetî dû rûyên yek deravî ne, û em dê diberdewam bin jibo xizmetkirina xelkê xo zêdebarî dozên çarenvîsên gelê Kurdstanê.  

Û em amaje bi wê yekê jî diden ku bûyerên van heft salên borî, bi xezukirina Şingal, û brîna behra Herêmê ji bûdceya Îraqê her ji sala 2014ê û heta niho bûyne eger jibo paşxstina kongirê helbjartinê Bingehê me, bo zanîn em dipêgîrin jibo sazkirina kongire li nêzîktrîn dem, bi merema xurtkirina rêvebirna bingeh bi xûyn û şiyanên nû.

Silaveka rêz û pêzanînê jibo her kesekî piştevanya bingehê me kirî, û silav  jibo her kesê beşdarbûyî û kar kirî li bilndkirina Bingehê laliş ji roja damezrandinê heta roja îro.

Desteya Bilnda Bingehê Laliş yê Rewşenbîrî û Komelayetî/Duhok

11î gulana 2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi