March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Bingehê‌ laliş:Piroje yasaya dadgeha tawanên da’şê‌ li Kurdistanê‌ gaveka mezine jibo dadmendya êzdyan

Bingehê‌ laliş:Piroje yasaya dadgeha tawanên da’şê‌ li Kurdistanê‌ gaveka mezine jibo dadmendya êzdyan

Daxwazê‌ ji xelkê‌ xo yê‌ zerermend û hemî şolejê‌ dikeyn bi hemî şêweyan belgeyan komve bikin jibo şermezarkrna tîrorstên serdemî
bi grngîdaneka mezin ve، me îro bînerya rûnştna Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ ya berêz kir, ku têda proje yasaya dadgeha tawanan ya taybet bi tawanên da’şê‌ li Herêma Kurdistanê‌ hate pesendkirin, lidûv da beyanamek ji layê‌ rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê‌ Hikûmeta Herêma Kurdistanê‌ ve hate belavkirin û dyarkir ku eu yasa dê‌ bite gavek bi arasteya sizadana tawanbaran û înana dadperwerîya zêdetr bo sizadana tîrorstên serdem yên da’şê‌ jiber tawanên li djî Kurdên Êzidî û pêkhatan ji entîmayên cuda cuda yên eayînî û netewey li dema dorên sêyeka Îraqê‌ li naverasta sala 2014ê‌ kontrolkrî, digel da deverên êzdyan li Şingalê‌ ku tawanên hovane û krêt bigre ji kuştin û destdrêjî û kenîze û dizîn û talankirna kelupelên xelkî û şêwandina mezargehên pîroz zêdebarî grtina bi hezaran ku hêşta çarenvîsê‌ wan bê‌ seruşûne heta îro roj.
Bêgoman proje ‌yasaya dadgeha tawankarîya taybetmend bi tawanên da’şê‌ ewa Hikûmeta Herêmê‌ pesendkrî êk ji gavên mezine jibo dadmendya êzdyan bi şêwekî taybet, çinku em dwê‌ baweryê‌ da buyn ku tolvekrn ji tîrorstên Da’şê‌ her dê‌ rojekê‌ êt, û em divê‌ mjarê‌ da bi tevahî grêdayî serkrdayetî û Hikûmeta herêma Kurdistanê‌ buyn, ku take piştevanên rasteqîneyê‌ yên Êzdyane, ku demldest kar jibo damezrandna nvîsîngeha rizgarkirna girtyên êzdî kirî û bi merdane bûdceyek mezaxtî jibo qurtalkrna bi hezaran grtyên Êzidî ji destên hovên Da’şê‌, serbarî qeyrana darayî ya Herêm vegrtî jiber ewa bexda li wî demî kirî ku pişka herêmê‌ ji bûdceya etîhadî birî.
Beyannama Serokê‌ Hikûmeta Herêmê‌(ewa li xwarê‌ daneyek hatî ye) bi şêwekî ron û aşkra nyaza hikûmeta herêmê‌ pîşan didet bo Dadgehkrna Da’şê‌ jiber tawanên dijî êzdyan bi taybet, û dijî pêkhatên dîtr yên gelê‌ Îraqê‌,û em vê‌ beyannamê‌ weku belgenameyeka dîrokî li qelem dideyn diçarçovê‌ dije tîror û tundrewyê‌ û rêgryê‌ li dûbarenebûna her heweka komkujya bikom li dijî êzdyan û pêkhatên eayînî û etnîkî,û em piştgîryeka bihêz û ron li gişt pêkhatên Kurdistanê‌ dinava rêzên vê‌ beyanamê‌ da dixûnîn, wê‌ çendê‌ pişt rast dike ku Kurdistan penageha aramî ya dawyê‌ ye û kelha dad û wekhevyê‌ ye,û qurbanîdana pêşmergey ji dema bizav û şoreşên rizgarîxwaza Kurdistanê‌ bi herwe neçoye.
Herwesa em daxwazê‌ ji gişt xelkê‌ xo yê‌ zerermendbuy ji tawanên tîrora Da’şê‌,û dixwazîn dam û dezgehên peywendîdar û tevaya grngîpêder divî bwarî da belgenameyan kom û dikyomênt bikin ku her core belgeyek bit çi vîdyo yan wêne yan nivîsîn yan nameyên Da’şê‌ bin, Bi armanca pêşkêşkirna van belgenameyan bo vê‌ dadgehê‌ ku hîvîxwazin Perlemanê‌ Kurdistanê‌ projey pesend bikt wek erkekê‌ niştîmanî bi zûtrîn wext, jibo înana tolvekrneka dadperwerîyane bo her êkî pişkdar û harîkarbuy li encamdana tawanên hov û krêt dijî êzdyan û djî pêkhatên dîtir.
Desteya bilnda bingehê‌ laliş yê‌ rewşenbîrî û civakî/Duhok
29î nîsana 2021

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi