Serokê Bingehê Laliş helbestvan û stranbêjê klîpa “Ola Resen” xelatkirin
Sema:
Îro berêz Şêx Şamo serokê bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî pêşwazî li helbestvan “Reşo Eîşan” û stranbêj “Hozan Elind” kir û xelatê rêzlênanê pêşkêşî her êk jiwan kir û destxoşî li karê wan kir jiberku herdûyan erkê klîpa “Ola Resen” bi stoyê xove girtbûn ku naveroka wê li ser Cejna Serê Sala Êzdyan bû li heftya borî hatbû belavkirin û ji peyvên Reşo Eîşanê bûn û honermend Hozan Elnd strandbû û jI berhemhênana bIngehê lalIş bû û rêzdar Şêx Şamo prodyoser bû.
Tê zanîn klîpa Ola Resen ji berhemê bingehê lalşe û ji derhênana Ce’fer Simo û wênegir Mazin Êsyanî ye.
Jibal xove honermend Hozan Elind bo kenalê Sema dayedyarkirn:Gelekê keyfxoşm rêzdar (Şêx Şamo)serokê bingehê laliş yê rewşenbîrî û komelayetî xelatê rêzlênanê pêşkêşî min krî jiber klîp strana (Ola Resen) ya heftya borî hatye belavkirin bi helkefta Cejna Serê Sala Êzdyan û supasyeka taybet bo rêzdar (Şêx Şamo)dikem jiber piştevanya li min krî û rolê wan bilnd di nrxînim di parastina çand û honera milletê me.
Gotjî: Xelatê xo dikeme dyarî bo stafê klîpa “Ola Resen” jiberku weku grop ev karê honerî me encamdaye û herwesan jibo herkesekê çand û honera vê axê diparêzt û jibo mrovayetyê têdkoşt.
Helbestvan Reşo Eîşan bo kenalê Sema dayedyarkrn:Zor supasya bingehê laliş û rêzdar Şêx Şamo dikem ku îro pêşwazya mekrî û ez xelatkrîm û xo li klîpa “Ola Resen” kirye xudan ،û vê xelatî dikeme dyarî bo hemû Êzdyan û Kurdistanê û mrovayetyê.
Gotjî:peyvên helbesta “Ola Resen”li sala 2016 min nivîsa bû bi naverokeka tijî ji mîtolojî û xoragrya Êzdyan ،û her li heman sal me li berbû bikeyne klîp lê ji nebûna sponseran gîro bû ta evsale bingehê laliş xo li me û berhemê kirye xudan.
تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî