September 25, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

PAK: Birîna Kurdên Êzidî ya hemû Kurd û Kurdistaniyan e

PAK: Birîna Kurdên Êzidî ya hemû Kurd û Kurdistaniyan e

Hewlêr (Rûdaw) – PAK dibêje, “Birîna Kurdên Êzidî ya hemû Kurd û Kurdistaniyan e” û radigihîne, “Em hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.”

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi boneya 6emîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî daxuyaniyek belav kir û tekez kir, “Em jenosîda Şingalê ya ku li ser Kurdên Êzidî pêk hatî ji bîr nakin, em qesasan rûreş dikin.”

Partiya Azadiya Kurdistanê amaje bi wê dike, “Îro şeşemîn salvegera êrîşa DAIŞ a hov û terorîst a li ser Şingalê û derdora wê û komkujiya Kurdên Êzidî ji aliyê vê rêxistinê ve ye. Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatîyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin. Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî mecbûr man cih û warê xwe bihêlin.”

PAK balê dikişîne ser wê yekê, “Birîna jenosîda Şingalê ya ku xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne, birîneke kûr e û ya hemû Kurd û Kurdistaniyan e. Heta niha jî gelek keç û jinên Kurdên Êzidî di destê DAIŞ a hov de ne, wendayî ne. Heta niha jî piranîya gelê me yê ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.”

Di daxuyaniya xwe de PAK daxwazên ji Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê dike, ku “divê ji bo pêçana birîna xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî bernameyeke taybet danin ber xwe û bi cih bînin.”

PAK tekez dike, “Em jî piştgirîya banga Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî ya ku li Netewên Yekgirtî kiriye ku jenosîda Kurdên Êzidî bi fermî ji alîyê Netewên Yekgirtî ve bê qebûl kirin dikin.”

Her di dewama daxuyaniya PAKê de tê gotin, “Di şeşemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de, em DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din rûreş dikin.”

PAK dibêje jî, “Em di 6emîn salvegera jenosîda Şingalê ku xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de, em hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ne.”

Herwiha PAK, “Di şeşemîn salvegera jenosîda Şingalê ya ku xwîşk û birayên me yên Kurdên Êzidî tûşî bûne de” “DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din rûreş” dike.

Îro şeş sal di ser komkujiya Şingalê re derbas dibin, ku çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an kirin. Ligel kuştina bi sedan û derbiderbûna bi hezaran Kurdên Êzidî, bi hezaran jin û zarokên Kurdên Êzdî ji aliyê DAIŞê ve hatin wendakirin.

Heta niha ji 550 hezar Kurdên Êzdî li Başûrê Kurdistanê, 360 hezar ji wan koçber in, 100 hezar Kurdên Êzdî berê xwe dane welatên Ewropayê û tenê ji sedî 20ê xelkê vegeriya ne Şingalê, ku piraniya wan di 14 kampên sînorê Dihokê de bicîh bûne.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.