Kurdên Êzdî li Almanyayê piştgiriya referandoma serxwebûna Kurdistanê dikin
BasNews
Li bajarê Bielefeldê yê Almanyayê Kurdên Êzîdî ji bo referandûma serxwebûna Kurdisatanê li bingeha Laleş ya rewşenbîrî kom bûn û helwesta xwe ya fermî ragihandin, ku ew di gel referandûmê û serxwebûna Kurdistanê ne.
Bingiha Laleşê ya Bielefeldê weke navendeke olî, kultûrî û civakî ji bo Kurdên êzîdî tê naskirin û keda wan di bizava azadîxwaza Kurdistanê de heye.
Di heman demê de Bingeha Laleşê berdewam hewl didin ji bo nêzîkirina civakê. Endamên wê ji her çar parçeyên Kurdistanê hene.