March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Mustefa Reşîd: Felsefeya Zûrvaniyê

Ji Kaniyên Yezdaniyê

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) \ wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Bi navê Xwedayê Gewre û Mihirvan

Felsefeya Zûrvaniyê

(beş 1 – Gerdûn û Xwedawendî

Ji agahdariyên derbarê Zûrvaniyê tê fêhmkirin ku ew şepêleka olî di hundirê Zerdeştiyê da bûye; ew xwediya bingehên felsefî yên taybet bi wê bûye. Ji aliyê dîtina Zerdeştiyê ya fermî da, ev şepêl wek (rêwenda, nedurist, nebawermend) dihate hejmartin. Belkî jî ew beşek ji mîtologiya Ariyaniyên rojhilatî bû û pêximber Zerdeşt ew neyînî kiriye; wek baweriyên ayînî Ariyanî din jî, û tenha ayîna Mezd-Yesna wek ayîna yekane ji bo Ariyaniyên rojhilatî di jêr sîwana xwedayê yekane Ahûra-Mezda da diyar kiriye.

Bi awayekî giştî, hin mijarên sereke di ramana ayîna Zûrvanî da hene ku ew mijar bi xwe ne, ewên ku piraniya ayînan hewldane şîroveyekê jêra bibînin. Li jêr emê baweriya Zûrvaniyan derbarê pêkhatina gerdûnê û taybetmendiya Xweda bînin ber çavan.

1 – Pêkhatina gerdûnê:

Awayê pêkhatina gerdûnê ji berê û paşê da nehîniyeka mezine û zanyar li ser wê sergerdan bûne. Ji roja peydabûna hişyariya ayînî da bi şêwazê xweyî mîtologî-destpêkî û xuyakirina ayînên bilind, bala mirovan herdem çûye ser wê yekê ku vê nehîniyê şîrove bikin. Alîgirên Zûrvaniyê bawer dikirin ku di destpêkê da heyberek hebû ku ew jî xweda Zûrvane; pêş wî, ne erd hebû, ne jî asîman, ne jî ti afrîner; bawer dikirin ku ew xwedayekî yek û yekane ye. Di heman demê da bawer dikirin ku ew dema bê dawî ye û cihê bê dawî ye, û ew xwedayê çarenûsê ye li ser gerdûnê û li ser çarenûsa mirovan; ji wî da hemû heyberan destpêkiriye.

Ev raman ji bingeha vê felsefeyê, ya here diyare ku Zûrvanî ji Zerdeştiyê cuda ye. Li gor Zerdeştiyê, di destpêkê da xwedayê bala û yekane Ahûra-Mezda hebû û ew afrînerê hemû heyberane. Lê belê – li gor felsefeya Zûrvanî – ew afrînbere û ne afrînere, ji ber ku ew kurê xwedayê bala û yekane Zûrvane.

Wisa tê xuyakirin ku ramana ayînî zûrvanî li rojavayê Asiyayê belav bûbû û gihîştibû bajarê Mekkeyê, bi rêya hin mirovên ji êla Qureyş(قُرَيْش) ku bazirganî li gel Îraqê (ku wê demê di bin desthilata farisî da bû) dikirin. Wan li wir Zerdeştî û baweriyên din yên ayînî ariyanî naskiribûn. Yê herî navdar ji wan kesan mirovekî ji Mekkeyê bi navê Al Nadir Bin Al Harês(النَّضْرُ بن الحارِث) bû. Ev kes dijberê pêximber Mohemed û hevrikê wî bû; ew berê hatibû bajarê Al Hîre (الحِيرَة) (li başûrî bajarê Al Kûfê ye li Îraqê) û li wir çanda ariyanî

naskiribû. Kesên bajarê Mekkeyê li ser vê mijarê axivîne. Mohemed fermana kuştina wî dabû û Alî Bin Abî Talib roja vegirtina Mekkeyê sala 8-ê goçî / 630-ê z. ew kuştibû1.

Di hin jêderên kelepora îslamî da hatiye ku hin Ereban bawer kiriye, ew Xwedayê ku vedijîne û dimirîne dema bê dawî ye. Bi erebî jêra digotin “al dehr “(الدَّهْر). Di Qur’anê da derbarê “Al Dehriyan” hatiye ku ew nezanin û baweriya wan şêwazekî gumanê ye:

ê . Ji tişt2نْ عِلْمٍ إِنْ هُمْ إِلَّا يَظُنُّونَ}{وَقَالُوا مَا هِيَ إِلَّا حَيَاتُنَا الدُّنْيَا نَمُوتُ وَنَحْيَا وَمَا يُهْلِكُنَا إِلَّا الدَّهْرُ وَمَا لَهُم بِذَلِكَ مِku nivîskarên Misilman derbarê baweriya “Dehiriyan” gotiye tê fêhmkirin ku hebûna yekem dem (al dehr) bûye û ku ew bi cih ra di yekîtiyê da ye, û ew bê dawî ye; ji wî hemû heyberên din peyda bûne. Ji lew ra, ji wan ra peyva “kesên suriştî” gotine. Yanê xwediyên şîroveya daringî ji dîrokê ra. Ji vê baweiya wan ra gotine ku ew “nebawermendî ye û kufire”3.

2 – Yekaneyî û duwalîzim:

Ramana ayînî zûrvanî bi vê teoriyê va girêdayî ye: Daku Ahrîman “Angaramaniyû” (ramana xirab, Îblîs = Şeytan) ne hevparê Xweda di sermediyê da be, û daku Xweda ne afrînerê şer di destpêkê da be, komekê ji Mogan (Mog = Mecûs) oleka nû li dor destpêka sedsala çaran b.z. ji ber xwe da peyda kirin û Ahûra-Mezda û Ahrîman kirin wek cêwiyên ku ji xwedayekî yek û yekanê peyda bûne, ku ew jî Zûrvane (dem û cihê bê dawî). Li gor vê felsefeyê, wisa ye ku xwedayê xêrê Ahûra-Mezda û xwedayê şer Ahrîman herdu ji yek kokê ne û di destpêka demê da ew wek hev bûne, û Zûrvan wek bavê wan herduwan tê hejmartin. Raste ku Ahrîman wê di destpêkê da desthilatdariyê li ser cîhanê bike, lê belê serkeftina dawî wê ji Ahûra-Mezda ra be4.

Ji lew ra, felsefeya zûrvanî di du mijarên yakaneyî û duwalîzmê da bi felsefeya zerdeştî ra dikeve dijberiyê, ji ber ku li gor Zerdeştiyê, çavkaniya xêrê û çavkaniya şer çavkaniyên serbixwe ne û di bingeh û rewiştên xwe da ji hev cuda ne. Lê belê, Zûrvanî wan ji aliyê demê da wek hempayên hev dibîne û ku ji bingeheka yekane peyda bûne; ew jî Zûrvane. Bi gotineka din, wisa tê xuyakirin ku Zûrvanî ji bo wê yekê hatiye daku arîşeya (problema) duwalîzmê ya di kûraniya Zerdeştiyê da heye çareser bike. Mebesta me, arîşeya hebûna afrînerekî xêrê ye (Ahûra-Mezda) û afrînerekî şere (Ahrîman). Di vî warî da wisa tê xuyakirin ku nîgaşa peywendiya navbera Xweda û Îblîs di Cihûtî, Kirîstiyanî û Îslametiyê da bêhtir ji felsefeya Zûrvanî nêzîktire ji felsefeya Zerdeştî. Ji ber ku Îblîs – li gor van ayînan – yek ji afrînerên Xwedayê bala ye û ne hempayê wî ye.

3 – Nîgaşkirina Xwedawendiyê:

Ji bilî cudahiyên navbera Zûrvanî û Zerdeştiyê di warê peywendiya navbera Ahûra-Mezda û Ahrîman da, cudahiyeka cewherî di navbera wan da, di warê nîgaşkirina Xweda da heye. Xweda (Ahûra-Mezda) di Zerdeştiyê da û Xweda (Allah) di Cihûtî û Îslametiyê da, û heya bi radeyekê di Kirîstiyaniyê da jî, heyberekî di ser suriştê ra ye; heyberekî giyanî ye, li ser suriştê serdare. Lê belê Xwedayê Zûrvanî (Zûrvan) heyberekî suriştî ye, ew dema bê dawî li gel cihê bê dawî ye. Bi gotineka din, ew zagona gerdûnî ya bala ye, ku ji wî hemû da hemû zagonên di heyberan da hene peyda dibin. Li gor derbirîna feylesofê japonî-bozî Daisaku Ikeda û dîrokzanê înglîzî Arnold Toynbee ew “xweyiya gerdûnî” ye5.

Di rastiyê da, ev şêwazê “ayîna suriştî” li gor derbirîna feylefofê almanî Friedrich Hegel jêra wek “ayîna pêşvaçûnê” jî hatiye gotin, ji dîtineka felsefeyî ji bo şîrovekirina hebûn û cîhanê hatiye der; li gor teoriya “guncawbûna Xweda li gel gerdûnê” û teoriya “geşbûnê” ya Eflatonî ye ku hin rah û damarên wê di ramana ayînî Mîtrayî (Mihirvanî) û Zûrvaniyê da hene.

Kurtahiya vê teoriyê ewe ku Xweda destpêka hebûnê yê yekeme, û ji wî hemû heyberên din peyda bûne. Divêt em bêjin ku ev bawerî bingeha felsefî ya ayînên kevine ku jêra “pûtperestî” gotine. Bi gotineka din, dema ku ew kesê jêra “pûtperest” dibêjin peykerekî di dirûvê “mirovekî, jîndarekî, avekê, darekê, kevirekî (ber) û hwd. da pîroz dibîne, ew wî, ne wek dirûvekî daringî pîroz dibîne, lê belê ji bo wê yekê ku ew beşekî ji giyanê gerdûnî, ji xweyiya gerdûnî; beşekî ji Xweda têda dibîne.

Yekşem, 14.02.2016

Jêder 1 Ibin Hisham: jînenîgariya pêximberî, 1/300, 644. 2 Qur’an, sûreyê al cathiye, ayet 24. Li Al Tabari jî binêre: Camê’ Al Beyan, 22/77. Al Ramakhshari: Al Kashaf, 4/291. 3 Li Al Shaherstanî binêre: Al Milel we al Nihel, 2/61. Abdulqahir Al Baxdadi. Al Ferq beynel Fireq, rûpel 128, 346. 4 Firas Al Sewwah: Berfirehiya dîroka ayînan, pirtûka 5-an, rûpel 44-45, 70. 5 Arnold Toynbee û Daisaku Ikeda: Têkoşana gewre, 360, 401.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi