April 18, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Civînek berfireh dinavbera Şêwirdarîya Êzidîyan – Elmanîya u Desteya bilinda bingehê Laliş-Kurdistanê hate li darxistin ..

Lalish Media Network / Hejar Midîr

Navenda Şêwirdarîya Êzidîyan li Elmanîya li rêketî 05.06.2015 di gel desteya bilinda bingehê Laliş li kurdistanê civînek berfireh darxistin u têda rewşa neha ya Êzidîyan li welat u derveyî welêt niqaş kirin u her weha basê çawanîya pitir xurtkirna Tensîq u têkilyan dinavbera herdû aliyan de u ji pêxemet pitir xizmetkirna civaka Êzidîyan bi giştî u bi taybetî ya Awereyên Şingal ku neha li kempan jîyan dikin li Herêma Kurdistanê ..

Her weha di civîna han de bas li Keç u jinên Êzidîyan hate kirin yên ku ta neha ji destên Teroristiyên Dahiş ISIS rizgarbûyîn u hinek ji wan li gor bernamekî rewaneyî Elmanîya hatin kirin ji bo girtine çareseriyê u her weha balkişand li ser berdewamîdan bi wî bernameyî daku bikarin xizmeta wan Jin u Keçan bikin ji rûyê Derunî ve ..

Şandê Navenda Şêwirdarîya Êzidîyan – Elmanîya pêhatîbûn ji berêzan ( Têlîm Tolan serokê navendê u berêz Şehab Dag serokê Mala Êzidîyan – Oldenburg u berêz Silêman serokê Mala Êzidîyan -Ostfriesland ) u ji aliyê Desteya Bilinda Bingehê Laliş berêz ( Şêx Şamo serokê desteyê u hijmareka endamên desteya Bilind u serokên Tayên Bingehê Laliş li deverên Êzidîyan u her weha Mamosta Pîr Xidir silêman li civînê amadebibû ..

Li civînê da herdû aliyan hevrêbûn ku Kurdistan welatê Êzidîyan yê restîqeyneye u di wî çarşoveyî mala Êzidîyan divê were avakirn ..

Herweha heryek ji berêz Têlîm Tolan u berêz Şehab Dag bi têr u tselî peyvîn u bal kişandin li ser rola Bingehê Laliş di xezmeta Civaka Êzidîyan u taybetî li vê dawiyê li xizmeta awereyên Şingal ku her alîkariyên Mala Êzidîyan Oldenburg pêşkêşî Awereyan dikirin u hîvî xwestin berdewam bin u pitir xurtir ber bipêşve herin ..

Şêx Şamo serokê Bingehê Laliş basê rolê Şêwirdarîya Êzidîyan kir li Elmanîya u bi teybetî rolê Mala Êzidîyan – Oldenburg ku hertim xemxor bûye ji bo xizmeta Êzidîyan li Kurdistanê u derveyî welat u bi taybetî alîkarîyên Mirovatî ji bo awereyên Şingal u hîvî xwest berdewam bin her weha Şêx Şamo got kurdistan welatê Êzidîyan yê resene u girêdana Êzidîyan bi welatê wan ve wê bibe palder ji bo pitir parastina Êzidîyatiyê ..

tê zanîn ku Şandê navenda Şêwirdarîya Êzidîyan neha li Kurdistanê ji bo ji nêzîk heydarbûn li ser rewşa Êzidîyan li herêma Kurdistanê u çawanîya xizmetkirna wan u serdana dezgeh u saziyên dewletê bikin ji bo hindê pitir hewildan hebin ji bo xizmetkirna Êzidiyan …

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi