March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Beşek ji rez û baxên Şingalê têk çûne

Beşek ji rez û baxên Şingalê têk çûne

Şingal (Rûdaw)

 Di van salên dawî de nexweşî li darên hejîr û tiriyên Çiyayê Şingalê ketiye û berhemên cotkaran gelek kêm tên.

Çiyayê Şingalê bi tirî û hejîrên xwe bi nav deng e. Lê di van salên dawî de nexweşî li darên Çiyayê Şingalê peyda bûye. Ji ber vê yekê rezvan û cotkarên wê deverê pir dilgiran in.

Cotkarê bi navê Usman Îdo ji Rûdawê re ragihand, ku beriya niha kesên ku rezê wan hebûn, rewşa wan baş bû, lê niha dahata wan tine û diyar kir, ku ew bixebitin jî, nexebitin jî pêdiviya wan peyda nabe.

Usman Îdo destnîşan kir, ku darên wî yên hejîrê weke şewitî ne û eger derman li berhemên xwe bikira, dê xebata wî belawela neçûba.

Di nav çar salên borî de salane ji 3 heta 6 tonan berhemên wan ên hejîr û tirî hebûn, lê îsal hin ji wan 50 kîlo jî ji rezên xwe wernegirtine.

Cotkarê bi navê Hacî Derwêş jî diyar kir, ku berhema keda xwe îsal nedîtiye û destnîşan kir, ku rez hişk bûne û hin xwediyê rezan weşiyek tirî jî bi dest nexistine.

Herwiha Hacî Derwêş aşkere kir, ku pêdiviya wan bi pisporan heye, da ku bizanin ji ber çi bûye salek du sal darên wan hişk dibin.

Rêveberiya Çandiniya Sinûnê bi tenê dikare ji sedî 10 alîkarî bide cotkarên li Sinûnê û li wê deverê.

Rêveberê Çandiniya Sinûnê Berekat Salar ji Rûdawê re aşkere kir, ku her sal ev gazin hene û diyar kir, sala ku baran kêm bin, ev nexweşî derdikevin holê û ji bo ku dar ji wan nexweşiyan rizgar bibin, divê derman werin peydakirin.

Nêzîkî hezar malbatên cotkar û rezvanan, çavên wan û zarokên wan li keda wan a salê bû, lê îsal berhemên wan gelek kêm e.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi