Jêderê ewlekarî: goreke bikom ya ku 7 cenaze tê de bûn li nava Şingalê hate dîtin
Îro, Sêşemê, çavkaniyek ji Polîsê Neynewayê ragihand, di operasyona rakirina kavilan de li nav navçeya Şingalê li rojavayê Mûsilê, goreke komî ku tê de 7 term hene, hat dîtin.
Serleşker Hikmet Ebdulxaleq ji peyamnêrê (PasNews) re ragihand: “Tîmek ji şaredariyên navçeya Şingalê goristana ku tê de 7 termên qurbaniyên terorîstên DAIŞê yên ji malbatekê tê de hene, di operasyona rakirina kavilan de li taxekê navçeyê de hatin dîtin.”
Her wisa 7 cenaze ji bo vedîtina nasnameyan şandin Saziya Tiba Edlî.
CH