March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Ciwan ‘zet:Eqlê ciyawaz wek niştergerya alavên çareserkirnê

Eqlê ciyawaz wek niştergerya alavên çareserkirnê

Ciwan ‘zet

Mirov bûnewereke berdewam heza gihorîn û yaxîbûnê heye û di bneretya bûna mirovî da corekê ciyawaziyê heye, ciyawazî ew saxleteye yê ku her mirovekî di sroştê xo da rengekê ciyawaz hey û li pey wê cêawazyê heza cudakaryê ji bûnewerên dî tir heye em nabîne kesên cyawaz eger sîfetên ciyawazyê dinav xo da bikujîn û rehayê di nav xoda berceste bikeyn, dîsan em nabîne bûnewerên entolojî û xo naskirî jî eger em cyawaziyê dinavbera xo û yê dî da qebûl nekeyn, yê dî herdem ew kese bûye ewê ku caran zِalyetîya sîfetên bê bûnyê bi me bexş Demê mirov dinav saxletê xo yê regezgerayyê û keltorê xo yê zalbûn û serdestyê derbazbû wî demî mirov dibte ew karêktere ewê ku dinav xo da saxletê xweyetî bûn bi xweyetyê dînte berhem,kêşeya rehabûnê, kêşeyeka dîrokî û drêjekêşana xebata berdewama kiltorê xo zalbûn û serdestyê bûye evê kêşeyê her ji destipêka bûna mirovî ji qabîl û habîlî dest pê kirye û berdewamî daye tevnê xo û digel borîna qonax û zemenên efsaneyî û şerên desthelatdaryên civakên ku hebûyne hewildan li ser bîrubawerên mirovayetyê corek ji corên reha kirnê li ser bûna takî/mrovî,cvak û mlletî bi sepînîn,nemaze di kevin da ew efsaneyên ku hebûna şerî li ser ciyawazya regezî/ nêr û mê berdewam kirye piştî heta qonaxên olan jî serdest bûyn qonaxeka dî ya nûneratyê serhilda,ew jî qonaxa geşepêdana bingehê çîn û bizava komelayetî bi şêweyekî nerênî evê rehakrinê têkistek ji têksitên (eger tû bi bîrubawer û hzir wek min nebî, ez djî teme) pirsyar ewe boçî eger ez wek te nebim û tû wek min nebî, djayetî heluyist bit? Yan eger ez wek te hzir nekem, tû djî bîrkirna min bî? Ev pirsyare xo di kêşne dinav naverok û melbendê byavê felsefê ,jberku felsefe ew zaniste bûye ya ku herdem li pey pirsyar û lêgeryanyên (wucudî/ bûngerayî)geryayî û hewilday bersivên jyanê di gelek reng û prên ciyawazyê da qebûl bket.Jiblî vê çendê ev şerên ku li jêr hejmûngerya rehayê dest pê krîn drêjî da qonaxên nûyixwazî û pêş nû xwazyê jî nemaze demê mirov hizir di qonaxên serdemê nazîzma drustibûna parta(hîtler)î dket,ev qonaxe xo bi serdemê nîştman peresteka reha îfade dikt bi taybetî piştî cengê cîhanî yê duwê dyardibt, ku kudetakrin li ser bîrubaweryên cemawerê nazî/ cêrmenî,kudetakirne li ser bîrubaweryên rehayîkrinê, anku rehabûn bi bercestebûna sîfetên faşîzmê û jnavbrin û nehêlan bi sîfetên mirovî û mirovayetî rengê xo ber ddet ji blî ku evê çendê rehên xo berdayne di nav cvakên byanî,naête wê ramanê ku civakên rojhelata navîn jî ji vê çendê dûr û zirbar bin,bo nimûne jî drustkirna dîwarê rjêmê di navbera hêla (kurd û ‘ereban) da bû qonaxeka çêkrin û veguhaztna dîzanê hizra ‘erebî dinav hizra kurd da û gelek nimûneyên dî jî hebûyne û bûyne  encamê çêkirna wî dîkurê nehêlana bzavên şaristanyetê dnavbera mrov û kiltoran da

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi