March 29, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Konferansa bîranîna 90 saliya Nadir Nadirov hat sazkirin

Konferansa bîranîna 90 saliya Nadir Nadirov hat sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) Li Alma Ataya Qazaxistanê Konferansa Bîranîna 90 saliya akademîsyen û profesorê navdar Nadir Nadirov hat sazkirin.

4ê Sibata 2022yê, ji bo bîranîna 90 saliya akademîsyen û profesorê navdar Nadir Nadirov, li Alma Ataya Qazaxistanê konferanseke bîranînê pêk hat.

Konferansa navborî bi pêşengiya “Yekitiya Kurdên Qazaxistanê – Berbangê” û malbata Nadir Nadirov; bi amadebûna gelek kurdên naskirî, akademîsyen û profesorên Qazax ên dost û hevalên Nadîrov, li avahiya “Dom Drujbi-Mala Gelan” civiya.

Serokê Yekitiya Kurdên Qazaxistanê –Berbangê Ezîzê Ziyo Bedirxan, Serokê Diyasporaya Kurdên Sovyeta Berê Ramazan Seîdov, Serokê Akademiya Endezyariyê Profesor Bazitjan Zhumagulov, Serokê Akademiya Zanyariyê ya Qazaxistanê Murat Zurinov, herdu kurên Eliyê Evdirehman; Silhedînê Elî û Fexredînê Elî, karsazên kurd Ezîmê Şemo, Refîkê Aqûbê Îbrahîm û beşek ji maqûl û giregirên din ên kurdan û qazaxan beşdarî konferansê bûn.

Di konferansê de beşdarên Kurd û Qazax li ser Nadir Nadirov axivîn, behsa ked û xebata wî ya salan kirin û diyar kirin ku Nadirov ne tenê ji bo kurd û qazaxan, lê ji bo seranserê dinyayê mirovekî gelekî mezin e û di warê zanyarî û ilmê de cihê wî zû bi zû nayê dagirtin.

Mêvanên konferansê ji aliyê endamên malbatê; Barî Nadîrov, Narîn Nadîrov, Dîma Nadîrov û Arifê Barî (Nadîrov) ve hatin pêşwazîkirin.

Hat zanîn ku ji ber nexweşiya coronayê, beşdariya konferansê sînorkirî bû.

Nadir Nadirov kî ye?

Rewşenbîr, akademîsyen, profesor û pisporê navdarê Kurd ê Soviyeta berê û Kazaxistanê, Nadir Nadirov ku wek “Marşalê Petrol û Gazê” dihat naskirin, 24ê Tebaxa 2021an di 89 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Almatayê koça dawî kir.

Nadirov Serokê Rûmetê yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Asambleya Gelên Kazaxistanê bû, ji sala 1993’an ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê bû.

Nadir Nadirov bavê sê zarokên bi navê Arif, Barî û Dîmîtrî ye, herwiha xezûrê Narîn Nadirova, bankera navdara Kurd li Kazaxistanê ye.

Dema ku Mele Mistefa Barzanî li Yekîtiya Sovyetê bûye, Nadir Nadirov li Moskowê bi Barzanî re hevdîtin pê kiribû û gelek caran behsa wê hevdîtina xwe ya bi Barzanî re dikir.

Nadir Nadirov heta niha bêhtirî 950 gotarên zanistî nivîsandine.  Xwediyê 250 patentên zanyarî ye û herwiha 35 kitêbên wî hatine weşandin.

Du kitêbên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Kazaxistanê ne. Nadirov, ji sala 1996’an ve ser-redaktoriya kovara ‘Petrol û Gazê’ li Kazaxistanê dikir ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Nadirov herwiha gelek xelat hem ji Yekîtiya Sovyet û hem jî li Kazaxistanê wergirtine.

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi