April 20, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

DBP: Divê jenosîda li ser Êzidiyan hemû cîhan nas bike

DBP: Divê jenosîda li ser Êzidiyan hemû cîhan nas bike

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Herêmên Demokatîk (DBP) bi boneya heftemîn salvegera êrişa DAIŞê bo ser Şingalê û qurbaniyên wê komkujiya li dijî Kurdên Êzidî bibîranî û ragihand ku “Em berxwedana gelê Êzidî ku li dijî hovîtiyê bi pêşengiya jinan mezin dibe silav dikin û vê qetlîamê careke din nalet dikin.” DBP herwiha dibêje: “Jenosîda li ser gelê Êzidî divê ji aliyê hemû dinyayê ve bê naskirin.”

DBP bi boneya salvegera komkujiya ku DAIŞê di 3ê Tebaxa 2014an de li Şengalê li dijî Kurdên Êzidî  pêk anî de daxuyaniyek da û tê de ew komkujî şermezar kir.

DBP dibêje: “Di sala 3 Tebax 2014 an de Şingal, li Rojhilata Navîn û li hemû dinê wekî komkujiyeke ku dê tu caran neyê jibîrkirin û binpêkirina rûmeta mirovatiyê, weke jenosîda jinan di dîrokê de cihê xwe girt. Şingala pîroz ku ji aliyê çeteyên hov ên DAIŞê di sala 3yê Tebaxa 2014an de hatibû dagirkirin, ji ber çand û baweriyên xwe, ji ber êrîş û qetlîaman bi sed hezaran gelê Êzidî yê kevnar ji cih û warên xwe koç kirin. Bi deh hezaran hatin qetilkirin, bi deh hezaran jin û zarok li bazaran hatin firotin û hê jî bi hezaran wenda ne. Tiştê ku hatin jiyîn di dîroka me yî îro de qetlîam, komkujî û trajediya herî mezin e.”

Di peyama xwe de DBP amaje bi wê yekê dike ku diyar bû piştî Mûsilê çekdarên DAIŞê dê berê xwe bidin Şingalê, lê artêşa Iraqê bajêr vala kirin û çekên xwe li pişt xwe hiştin û ew çekên giran jî ketin di destê DAIŞê de.

DBP balê dikişîne ser xweperastinê û dibêje: “Bi rizgarkirina Şingalê li bajêr rêveberiyeke xweser ku ji Êzidiyan pêk dihat ,Yekîneyên Berxwedana Şingal (YBŞ) ku hêzên xweparastinê bû û Yekîneyên Jinên Êzidxan (YJÊ) hatin avakirin. Ev yek ji bo Êzidiyan gavekî dîrokî bû. Di dîrokê de ji ber ku xweparastina wan nebû Êzidî 73 caran li rastî komkujiyan hatibûn. Civak û gelên ku bê xweparastin bin dê her tim bi qetlîaman re rû bi rû bimînin.”

Di beşeke din a peyama xwe DBPê ragihand: “Li Şengalê jin, piştî 73 fermanan felsefeya azadiyê naskirin. Felsefeya azadiyê ku xwe berda rih û dilê wan, rihê berxwedaniya ku di mêjiyê wan de veşartî zindî kir û bi rihê berxwedaniyê jinên Êzidî gihîştin rastiya xwe. Piştî 73 fermanan ji bo jinên Êzidî berxwedan bû heqiqeta wan. Her çiqas ji ser fermana 73yemîn 7 sal derbas bûbin jî, ew êşên ku hatin kişandin wek îro zindî bin jî, gelê Êzidî bi taybetî bi bilindkirina têkoşîna jinan birînên xwe derman dikin. Di salvegera vê komkujiyê de ku wek fermana 73yemîn tê pejirandin, jenosîda li ser gelê Êzidî divê ji aliyê hemû dinyayê ve bê naskirin. Em berxwedana gelê Êzidî ku li dijî hovîtiyê bi pêşengiya jinan mezin dibe silav dikin û vê qetlîamê careke din nalet dikin. “

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi