July 02, 2020

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Serok Barzanî Leyla Qasim bibîr anî: Ewê heta hetayî di bîra kurdan de bimîne

Serok Barzanî Leyla Qasim bibîr anî: Ewê heta hetayî di bîra kurdan de bimîne

BasNews – Serok Mesûd Barzanî bi helkefta çil û şeşemîn bidarvekirina Leyla Qasim ji aliyê rêjîma Beis ya Iraqê ve, peyamek belav kir.

46 sal berê û roja 12 Gulana 1974, xwendekar û şoreşgera kurd Leyla Qasim û çar hevalên wê, ji ber bîr û baweriya wê ya kurdiniyê, ji aliyê hikûmeta wê demê ya Beis ya Iraqê ve hatin bidarvekirin.

Bi vê helkeftê, Serok Barzanî li ser twîttera xwe peyamek belav kir û ragihand, “Ruha wê şa be. Şehîd Leyla Qasim dê heta hetayî di bîra kurdan de bimîne.”

Leyla Qasim sala 1952 li gundê Bamîl yê bajarê Xaneqînê ji dayîk bibû. Bavê wê, Qasim Hesen li şîrketa petrolê ya bi navê “El Wend” de kar dikir. Piştî ku bavê Leylayê xanenişîn bû, mala wan ji Xaneqînê çû Bexdayê.

Leyla Qasim dema li zankoyê dixwant, tevlî xebat û şoreşa rizgariya kurd û Kurdistanê bû. Ji ber wê jî di bin çavdêrî û tedhdîdên dezgehên îstixbaratî û ewlehiyê yên rêjîma Beis de bû. Loma ew û çar hevalên xwe (Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad, Hesen Heme Reşîd û Azad Silêman Mîran) roja 28 Nîsana sala 1974 hatin girtin û roja 12 Gulana heman salê jî hatin bidarvekirin.

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2018 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman Qaidi.