March 28, 2024

Lalish Media Network

صحيفة إلكترونية يومية تصدر باشراف الهيئة العليا لمركز لالش الثقافي والاجتماعي في دهوك - كوردستان العراق

Li Iraqê 52 kesên din bi Kolêrayê ketin

Li Iraqê 52 kesên din bi Kolêrayê ketin

BasNews – Wezareta tenduristiya Iraqê ragehand, 52 kesên din bi Kolêrayê ketin û rêjeya pêketina bi Koronayê jî zêde bûye.

Berdevkê wezareta tenduristiya Iraqê, dr. Seyf Bedir ji ajansa fermî ya Iraqê (INA) re gotiye, ev demek e dîsa rêjeya pêketina bi Koronayê zêde bûye û rojane gelek kes pê dikevin.

Dr. Bedir her wiha gotiye, sebeba wê yekê jî xemsariya welatiyan di bicîhanîna şîretên tenduristiyê de ye.

Berdevkê wezareta tenduristiya Iraqê daye zanîn, 52 kesên din bi Kolêrayê ketine û hejmara pêketiyan gihîştiye 309 kesan. Kesek jî pê miriye û hejmara miriyên wê nexweşiyê jî gihîştiye 3 kesan. Ji wan sê kesan 2 li Kerkûkê û yek jî li Bexdayê ne.

Wî berpirsê Iraqî li ser nexweşiya taya xwînê jî gotiye, heta niha 246 kes pê ketine û 40 kes jî pê mirine

تُتاح هذه الصورة أيضا في: Kurdî

Related posts

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Copyright © 2021 by Lalish Media Network .   Developed by Ayman qaidi